Zelensky: Rûsyayê êrişî tesîsên enerjiyê dike

Li gorî Zelensky, piştî daxuyaniya agirbestê ya enerjiyê, Rûsya êrişî tesîsên enerjiyê yên li Kîev û Kharkiv kirin.

Zelensky: Rûsyayê êrişî tesîsên enerjiyê dike
11 cotmeh, 2026   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ragihandina rêkeftinekê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve ji bo rawestandina êrişên li dijî binesaziya enerjiyê di navbera Moskov û Kîevê de, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got,  Rûsya tesîsên enerjiyê yên li Kîev û herêma Kharkivê kir hedef.

Zelensky di nivîsekê de ku li ser Facebookê parve kir, diyar kir ku hêzên Rûsyayê berî ku tesîsên enerjiyê yên li herêma Kharkivê bike hedef, santralek kehrebê yê Kîevê kirin armanc. Her wiha destnîşan kir ku êriş piştî ku agirbesta qada enerjiyê ya ji aliyê Trump ve hate ragihandin, hatin kirin.

Trump li ser platforma xwe ya "Truth Social" ragihandibû ku Rûsya û Ukrayna li hev kirine ku dev ji hedefgirtina tesîs û binesaziya enerjiyê ya hev berdin, bêyî ku hûrguliyên din li ser rêkeftinê bide.

Zelensky diyar kir ku dema agirbest hate ragihandin ew ji agirbestê ne agahdar bû, lê amadebûna welatê xwe anî ziman ku pabendî wê bibe ger Moskov êrişên xwe rawestîne û anî ziman ku Kîev li benda zelalkirinê ji aliyê Amerîkayê ve ye.

(f)