Di salvegera 8’an a rizgarkirinê de Tebqa bi hevgirtina pêkhateyan tê parastin

Şêniyên kantona Tebqayê di salvegera 8’an a rizgarkirinê de diyar kir ku Tebqa bi saya hevgirtina pêkhateyan rizgar bû. Şêniyan destnîşan kir ku dê berxwedanê bidomînin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Di salvegera 8’an a rizgarkirinê de Tebqa bi hevgirtina pêkhateyan tê parastin
10 gulan, 2025   06:15
TEBQA

5’ê Mijdara 2016’an Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi beşdariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê, pêngava "Xezeba Firatê" ya ji bo rizgarkirina Tebqa û Reqayê dabû destpêkirin. Yekîneyên pêngavê di 20’ê Adara 2017’an de çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Teqayê dorpêç kirin û piştî şerekî dijwar ku 50 rojan dewam kir anku di 10’ê Gulana 2017’an rizgarkirina Tebqayê ragihand.

Piştî rizgarkirinê, ji hemû pêkhateyên Tebqayê bi sedan ciwanan ji bo parastina destkeftiyan ref bi ref cihê xwe di nava hêzên parastinê de girt.

Bi wesîleya salvegera 8’an a rizgarkirina Tebqayê, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Îmad El Xal ji ajansa me re axivî.

Îmad El Xal bi bîr xist ku QSD’ê biryara destpêkirina pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Tebqa û Reqayê da û di encamê de çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Tebqayê tengav kirin.

El Xal anî ziman serkeftina pêngavê serkeftina gelê kantona Tebqayê û tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û da zanîn ku ev serkeftin bi saya hevgirtina pêkhateyan hat bidestxistin. Her wiha bi bîr xist ku bi sedan keç û xort ji bo rizgarkirina bajarê xwe tev li refên berxwedanê bûn.

Îmad El Xal bal kişand ser piştgiriya şêniyan a bi şervanên QSD û YPJ’ê re û got, şêniyan baweriyeke mutleq da hêzên ku ew ji terora DAIŞ’ê rizgar kirin.

El Xal di dewama axaftina xwe de îşaret bi çanda pirrengî û hevgirtinê ya di navbera pêkhateyên kantona Tebqayê de kir û got Tebqa ji ber pirrengiya civaka xwe bi navê "Sûryeya Biçûk" tê naskirin, ev hevgirtin jî di tevlêbûna ciwanên wê di nava QSD’ê de derdikeve holê.

El Xal îşaret bi vê yekê kir ku şêniyên Tebqayê zemîna gel a xurt a ji bo QSD’ê ye ku destkeftiyên rizgarkirinê diparêzin.

YPJ’Ê JIN RIZGAR KIRIN

Şervanên YPJ’ê ku di pêngava rizgarkirina Tebqayê de li pêş bûn,hêz û bawerî dan jinan ku beşdarî rizgarkirin û erka xwe welatparêziyê bibin. Bi rizgarkirinê re hejmarek mezin jinên Tebqayî cihê xwe di nava refên YPJ’ê de girtin.

Şervana YPJ’ê Zeyneb Tebqa der barê mijarê de anî ziman ku rola YPJ’ê di rizgarkirina Tebqayê de girîng bû û got: "Şervanên YPJ’ê li refên pêşî destanên lehengiyê nîvisandin û qalibê kevinperst ên ku li ser jinan hatibûn ferzkirin şikandin. Dîmenê şervanên YPJ’ê ku çek rakirine û bi lehengî li ber xwe didin, bandoreke mezin li şêniyan kir.”

Zeynebê bi bîr xist ku jinên Tebqayî moraleke bilind ji YPJ’ê girt ku ew ji teroa DAIŞ’ê rizgar kirin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Bi saya YPJ’ê jin ji tirs û terora ku çeteyên DAIŞ’ê çandibûn, xilas bûn, cilên reş ên ku li ser wan hatibûn ferzkirin qetandin û tilîliyên destpêkirina serdema azadiyê avêtin.”

‘ÊŞÊ AZADÎ AFIRAND’

Ji şervanên QSD’ê yên pêşîn ên ku cihê xwe di pêngava rizgarkirina Teqayê de girt Mihemed Tahir e. Mihemed Tahir der barê tevlêbûna xwe ya nava QSD’ê de diyar kir ku ji ber zilm û sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê kirine tev li QSD’ê bû.

Mihemed ku di şer de gazî bûye bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê piştî ku balafirgeha leşkerî ya Tebqayê kontrol kirin, li kolanên bajarên seriyên jêkirî û cenaze tijî bûn û got: "Piştî dorpêçkirina Tebqayê ez çûm gundê Kerîn. Piştî demek kurt Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û QSD’ê operasyoneke hewayî pêk anî. Piştî şervan hatin ez yekser tev li Tûgeya Şoreşgerên Minbicê bûm.”

Piştî rizgarkirina Tebqayê, şervanê QSD’ê Mihemed Tahir cihê xwe di pêngava rizgarkirina Reqayê de jî girt, di pêngavê de Nexweşxaneya Çavan hat dorpêçkirin û di encama teqîna mayînekê de ji lingekî xwe bû. Mihemed Tahir diyar kir ku dê ji bo parastina welat û destkeftiyên şehîdan fedakariyan dikin.

Mihemed Tahir bal kişand ser tevgera çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê jî û got: "Di vê demê de min agahiyên ku hin hevalên me yên QSD’ê ji ber êrişên DAIŞ’ê şehîd bûne bihîst. Ev jî nîşan dide ku DAIŞ hîna xetereyê li ser ewlehî û aramiya herêmê çêdike. Ji ber vê yekê ez ji hêzên me dixwazim ku bi xurtî li şaneyên DAIŞ’ê bidin da ku em ji belaya wan xilas bibin.”

ŞEHÎDÊN TEBQAYÊ

Gelê Teqayê di pêngava rizgarkirinê, parastina destkeftiyan û berxwedana Bendava Tişrînê de 292 şehîd (238 QSD, 39 Asayîş, 6 xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser û 9 jin) dane.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdana Kantona Tebqayê Hind Xelîl  diyar kir ku ji destpêka pêngava rizgarkirinê ve, şêniyên Tebqayê bi hemû pêkhateyên wê bûn yek û cihê xwe di nava QSD’ê de girtin. Hind Xelîl da zanîn ku bi saya hevgirtina pêkhateyan a bi şervanan re Tebqa ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û got pêkhateyên herêmê destkeftiyên şehîdan û welatê xwe diparêzin.

Hind Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berdewama berxwedana şêniyên Tebqayê û wiha domand: "Em dibînin çawa gelê me tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin û bersiva êrişên li ser herêmê didin. Ev hevgirtin di berxwedana Bendava Tişrînê de derket holê. Di salvegera rizgarkirina Tebqayê de em ji gelê xwe re teqez dikin ku me gelek şehîd dane û ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdên me yên leheng hatin bidestxistin em amade ne.”

(bb)

ANHA