’Ji bo serxistina pêvajoyê divê prensîbên şoreşê û biryara NY’yê pêk werin’

Çalakvanên siyasyî yên Sûriyeyî Nîzar Ebû Fexr û Cemal Derwîş nêzîkatiyên desthilata heyî ya Şamê rexne kirin û got ku ji bo serxistina pêvajoya siyasî ya derbasbûnê divê prensîbên şoreşê û biryara 2254’an a NY’yê were pêkanîn û çanda hemwelatîbûnê bê avakirin.

’Ji bo serxistina pêvajoyê divê prensîbên şoreşê û biryara NY’yê pêk werin’
10 gulan, 2025   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên siyasyî yên Sûriyeyî Nîzar Ebû Fexr û Cemal Derwîş têkildarî pêvajoya piştî hilweşandina rejîma Esed, nêzîkatiyên desthilata heyî, şerê mezhebî yê li hin deverên di bin desthilata Şamê de û rêbazên serxistina pêvajoya derbasbûnê ji ajansa me re axivîn.

`DESTHILATA ŞAMÊ BIRYARA NY’YÊ PAŞGUH KIRIYE’

Çalakvanê siyasî û endamê Konferansa Diyaloga Nîştimanî Nîzar Ebû Fexr bi bîr xist ku gelê Sûriyeyê bi armanca rûxandina rejîma stemkarî û gendeliyê û avakirina pergaleke demokratîk di sala 2011’an de dest bi şoreşa azadî û rûmetê kir ku 14 salan dewam kir.

Nîzar Ebû Fexr bal kişand ser desthilata nû ya li Şamê jî û got: "Desthilata nû ya ku piştî reva Beşar Esed derket holê hêviyên gelê Sûriyeyê şikandin. Desthilata behsa mijarê destûrek pêşkêş kir ku hemû hêz di yek destî de kom kir. Her wiha hikumeteke ava kir ku prensîba hevpariya nîştimanî ya rasteqîn ji holê rakir."

Ebû Fexr anî ziman ku desthilata heyî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an paşguh kiriye û pêvajoya siyasî ya derbasbûnê veguherî helwesteke tepsandinê. Her wiha îşaret bi wê yekê kir ku bi behaneya şerê li dijî bermahiyên rejîma berê komkujî li peravên Sûriyeyê hatin kirin û li Siwêda, Ceramana û Sehnaya Durzî hatin hedefkirin.

’DIVÊ ÇANDA HEMWELATÎBÛNÊ WERE AVAKIRIN’

Çalakvanê siyasî da zanîn ku provokasyon û retorîka mezhebî ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatine pejirandin, dibe gef li ser aştiya navxweyî.

Çalakvanê siyasî Cemal Derwîş jî destnîşan kir ku desthilata pêvajoya derbasbûnê ji ber dûrxistina Sûriyeyan,  ji aliyê gel ve nehat pêşwazîkirin û ev nirxandin kir " Rûxandina rejîmê tenê têrê nake. Divê raya giştî ya nîştimanî ji nû ve were avakirin da ku çandeke nû li ser bingeha hemwelatîbûn, veguheztina desthilatê û rêzgirtina bîr û baweriyên din ava bike."

Cemal Derwîş li ser nêzîkatiyên desthilata Şamê jî got "Desthilata heyî ku çarenivîsa welat kontrol dike, berpirsê serkeftin an têkçûna pêvajoya derbasbûn ye. Kesên rexne li vê desthilatê dikin bi kufrê an xwedêneas têne tawanbarkirin. Ev nêzîkatî jî  binpêkirina azadiya derbirînê ye."

Her du çalakvanan di dawiya axaftinên xwe de daxwaz kirin ku "Divê Danezana Destûrî di ber çavan re were derbaskirin. Desteya Bilind a Ewlekariya Niştimanî jî di nav de divê tevahî saziyên hikumeta heyî werin çaksazkirinda da ku baweriya gelê Sûriyeyê bi pêvajoya derbasbûnê bê".

(bb/aq)

ANHA