Gelê Rojava amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike

Şêniyên Rojavayê Kurdistanê bi nêzbûna Cejna Qurbanê re dest bi çêkirina kulîçeyan, kirîna cil û bergan, şêranî û qurbanan kir.

Gelê Rojava amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike
Gelê Rojava amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike
Gelê Rojava amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike
Gelê Rojava amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike
Gelê Rojava amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike
Gelê Rojava amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike
Gelê Rojava amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike
Gelê Rojava amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike
25 gulan, 2026   05:55
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Bi nêzbûna Cejna Qurbanê re şêniyên Rojavayê Kurdistanê pêdiviyên cejnê dikirin, kulîçeyan amade dikin, qurbanan dikirin, cil û şekirên ji bo zarokan dikirin.

Cejna Qurbanê duyemîn cejnên îslamî ye di nava xelkê herêmê de bi "cejna mezin" tê naskirin. Xwedî cihekî olî û civakî ye.

Li bajarê Tirbespiyê, xwediyê dikana firotina şekiran Behzad Silman dibêje bi hevrûkirina salên par kirîn û firotina îsal kêmtir e, ji ber ku lêçûna debarê bilind e û dolar li hember lîreya Sûriyeyê bilind bûye.

Silêman anî ziman ku cejnê boneyeke xwedî sembola taybet e, ligel şert û mercên dijwar jî şênî amadekariyên wê dikin û got: "Kêfxweşiya zarokan tiştê herî xweş di cejnê de ye, li kêlek wê jî amadekariyên şîraniyên folklorîk ên cejnê hene."

Emîra Xelef a ji Girkê Legê jî di dema çêkirina kulîçeyan de dibêje amadekirina kulîçeyan ji kevneşopiyên girêdayî cejnên Remezan û Qurbanê ne, şênî di her cejnê de çêdikin ji ber ku hewayek kêfxweşî û hezkirinê dixe malan.

Emîra anî ziman ku ji bo ku kêfxweşiyê bixin dilên zarokan û mêvanên xwe di cejnê de pêşwazî bikin malbat kulîçeyan çêdikin û hîna li gel şert û mercên zehmet jî ev rêûresm hene.

Di dawiyê de Emîra hêvî kir ku ewlehî û aştî serwer be û cejna Qurbanê bibe cejna xêr û kêfxweşiyê ji bo tevahiyan.

Welatî Salih Hîto yê ji bajarê Çilaxayê jî got kirîna şekirên cejnê ji kevneşopiyên girêdayî pîrozkirina vê boneyê ye.

Salih Hîto di dawiyê de hatina Cejna Qurbanê li gelên cîhanê û gelê Kurd pîroz kir.

(fr)

ANHA

Çilaxa

Tirbespiyê

Girkê Legê