Hêviyên gelê Çilaxa; dîl bên berdan, koçber vegerin, aramî misoger bibe

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re xelkê bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê hêvî kir ku ewlehî, aştî û aramî li Sûriyeyê misoger bibe, koçber vegerin herêmên xwe û dîl bên berdan.

Hêviyên gelê Çilaxa; dîl bên berdan, koçber vegerin, aramî misoger bibe
Hêviyên gelê Çilaxa; dîl bên berdan, koçber vegerin, aramî misoger bibe
Hêviyên gelê Çilaxa; dîl bên berdan, koçber vegerin, aramî misoger bibe
Hêviyên gelê Çilaxa; dîl bên berdan, koçber vegerin, aramî misoger bibe
Hêviyên gelê Çilaxa; dîl bên berdan, koçber vegerin, aramî misoger bibe
25 gulan, 2026   06:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li sûka Çilaxa ya herêma Cizîrê, bi hatina Cejna Qurbanê re, tevgera berbiçav heye. Şênî pêdiviyên cejnê dikirin.

Di gera ajansa me li sûka bajêr de, hejmarek şêniyan daxwaz û hêviyên xwe bi boneya cejnê nîşan dan û diyar kir ku divê êşên şênî, koçber û dîlgirtiyan bi dawî bibin.

Girêdayî mijarê, welatî Basil Elî hatina Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan ên Rojava pîroz kir û diyar kir ku fedekdariyên şehîdan û malbatên wan cihê pîrozkirina şêniyan bi cejnê ye.

Elî anî ziman ku ew vê boneyê li malbatên dîlgirtiyan û tevahî gelan bi taybet gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporê pîroz dike û hêvî kir ku ev cejn bi xwe re xêr û aştiyê ji bo hemûyan bîne.

Elî got divê dîlgirtiyên ji QSDˊê yên di girtîgehên hikumeta demkî de bên berdan û berdana wan jî wê bibe gaveke bingehîn ber bi xurtkirina yekitiya neteweyî û bidawîkirina êşên malbatên wan da ku kêfxweşiya cejnê temam bibe.

Di dewama axaftina xwe de Elî hêvî kir ku koçber vegerin warên xwe, jiyana xwe ya xwezayî vegerînin, rewşa debarê baş bibe û derfetên kar ji ciwanan re werin peydakirin.

Li aliyekî din jî welatî Amir Elî jî hatina Cejna Qurbanê li cîhana îslamî, gelê Kurd, malbatên şehîdan û dîlgirtiyan pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka xêr, aştî û aramiyê li tevahî Sûriyeyê.

Amir Elî diyar kir ku kêfxweşiya malbatên dîlgirtiyan bi berdana zarokên wan temam dibe, divê zarokên wan werin berdan.

Hezne Ebdullah jî bi boneya hatina Cejna Qurbanê, cejn li gelê Kurd, malbatên şehîdan, dîlgirtiyan, gelê herêmê û cîhana îslamî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe firsetek ji bo vegerandina ewlehî û aştiyê li seranserî Sûriyeyê.

Di dawiyê de Hezne hêvî kir ku malbat zarokên xwe yên dîlgirtî di vê cejnê de hembêz bikin û gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe.

(fr)

ANHA