Gelê Cizîrê tev li seferberiya giştî bû

Bi armanca bersivdana banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Qamişlo û xelkê gundê Zihêriyê yê bajarê Dêrikê, ji bo piştgiriya QSDˊê di parastina herêmê de tev li seferberiya giştî bû.

Gelê Cizîrê tev li seferberiya giştî bû
18 ÇILE, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişo yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo piştgiriya QSDˊê di parastina herêmê de tev li seferberiya giştî dibin.

Tevgerê da zanîn ku ew soza xwe bi QSDˊê û şopandina rêça şehîdan re nû dikin.

Girêdayî mijarê, xelkê gundê Zihêriyê yê gundên Beravê yên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rahişt çekê û tev li seferberiyê bû.

di kombûnê de hunermend Hacî Mûsa daxuyaniya tevlêbûna seferberiyê xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xelkê gundê li hember planên li dijî herêmê rahişt çekê û bang li tevan dikin ku gund û herêmên xwe li hember komên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

(fr)

ANHA