Hikumeta demkî li hemû eniyan agirbest ragihand

Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gorî rêkeftina "agirbestê" ya di navbera wê û QSDˊê de li hemû eniyan agirbest ragihand.

Hikumeta demkî li hemû eniyan agirbest ragihand
18 ÇILE, 2026   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li tevanî eniyan agirbest ragihand. Ev agirbest, li ser bingeha rêkeftina di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de hatiye îmzekirin, hat ragihandin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku "li ser bingeha vê rêkeftinê "Wezaret li tevahî eniyan agirbestê û pevçûnên li tevahî herêman radigihîne. Ev ragihand, ji bo vekirina korîdorên ewle ku şênî vegerin herêmên xwe û saziyên dewletê erkên xwe ji bo xizmeta welatiyan pêk bînin."

Li gorî naveroka daxuyaniyê ev biryar "Di çarçoveya tesbîtkirina aramiyê, parastina welatiyan û peydakirina şert û mercên guncaw ên vegera jiyana xwezayî li herêmên di vê dawiyê de bi bûyeran bandor bûne, ye."

Ehmed El Şeri, bi armanca temamkirina proseya entegrasyona QSDˊê bi saziyên dewleta Sûriyeyê re, li tevahî eniyên şer ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve agirbest ragihandibû.

(fr)