ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-01-2026
19 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd behsa qehremanya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê kirin, ku ew bû mertalek û jiyana bi sedan kesan di hundirê Nexweşxaneya Xalid Fecir de parast. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî û komkujiyên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê şermezar kirin. Şêniyan banga serhildanê li gelê Sûriyeyê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Oldarên li kantona Reqayê diyar kirin ku destwerdanên herêmî û navneteweyî bûne sedema hilweşandina civaka Sûriyeyê. Oldaran gotin ku têkibirina îdeolojiyên biyanî hewceyê hişmendiya hevbeş û hevgirtina civakî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şehîd Zelal Zagros ku demekê li taxa Zorava ya Şamê kar kir, planên rejîma Baasê yên li ser taxê têk birin. Malbatekê têkoşîna şehîd Zelal a li Şamê vegot û navê wê da neviya xwe. BI WÊNE Û DÎMEN