Gaziyên şer komplo şermezar kir

Gaziyên şer ên kantona Firatê li dijî Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da.

Gaziyên şer komplo şermezar kir
12 sibat 2024   14:39
KOBANÊ

Di salvegera 25'emîn a Komploya Navneteweyî de, ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, gaziyên şer li Kobanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê gaziyê şer Ebdulqadir Mislim Remî ve li Qada Jina Azad a Kobanê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “15'ê Sibata 1999‘an wek 'Roja Reş' derbasî rûpelên dîrokê bû. Ev dîrok di heman demê de ji bo Kurdan û mirovahiya pêşverû tê wateya 26’emîn salvegera têkoşîna hebûn û azadiya li dijî plangeran. Ger em dixwazin nirxên azadî, demokrasî û aştiyê di nava gelan û pêkhateyan de serdest bin, wê demê divê em azadiya fîzîkî yê Rêber Apo misoger bikin da ku ji bo wan tê bikoşe. Em bang li hemû gelê xwe û hemû hêzên demokratîk û rêxistinên mirovî dikin ku xwedî li nirxên Rêber Apo derkevin.

Duh artêşa dagirker êrişek li navenda me ya Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Em vê êrişa dermirovî şermezar dikin.

Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî azadiya gelê Kurd û azadiya tevahiya gelê Rojhilata Navîn e.”

(sş)

ANHA