Foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de hat lidarxistin

Bi dirûşma "Felsefeya Rêbertî û berxwedana gelan mîsogeriya aştî û ewlehiya herêmê ye" foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li dar ket.

Foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de hat lidarxistin
Foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de hat lidarxistin
Foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de hat lidarxistin
Foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de hat lidarxistin
Foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de hat lidarxistin
Foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de hat lidarxistin
Foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de hat lidarxistin
Foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de hat lidarxistin
12 sibat 2024   14:52
QAMIŞLO

Forum ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve li Hola Zana ya li Qamişloyê hat lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, rêveber û endamên PYD’y ê yên li kantona Cizîrê, şêx û rûspiyên Kurd û Ereban, endamên saziyên civaka sivîl, Kongra Star, nûnerên partiyên siyasî, meclisên jinan û lêkolîner beşdarî forumê bûn.

Axaftinên destpêkê yên forumê ji aliyê endamên Meclisa Giştî ya PYD’ê Sebah Osman û Rafet Silêman ve hatin kirin. Axêveran bal kişand ser girîngiya lidarxistina forumê bi boneya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got armanca komployê di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de têkbirina têkoşîna gelan bû.

Forum ji 2 rûniştinan pêk hat. Di her rûniştinekê de 2 mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn ji aliyê ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Omer Guneş ve hat şîrovekirin. Guneş bi rêya online beşdar bû, pergala Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir û got dewleta Tirk pêkanînên giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, nahêle malbat û parêzer wî bibînin. Parêzer Guneş bi domdarî got: "Hevdîtina me ya dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de hatibû kirin. Ev hevdîtin piştî grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de hatibû kirin. Heta roja îro em nikarin wî bibînin."

Omer Guneş diyar kir ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne berdewama Komploya Navneteweyî ye û wiha pê de çû: "Mafê her girtiyek heye malbata xwe bibîne. Lê rê nayê dayîn ku birêz Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê malbatên xwe bibînin. Wekî parêzer tu agahiyên me der barê rewşa girtiyan de nîn in."

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semer Ebdullah mijara duyemîn a li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir.

Semer Ebdullah diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan hewl dide çareseriyeke aştiyane ji pirsgirêka Kurd re bibîne û demokrasî li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk were.

Beşdaran li ser her du mijarên navborî nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aştiyeke adilane û ewlehî li Rojhilata Navîn pêk nayê û bêyî azadiya wî di serî de pirsgirêka Kurd, tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nayên çareserkirin. Beşdaran ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Forum bi rûniştina duyemîn dewam dike. Mijara yekemîn a rûniştinê li ser têkoşîna gelan a li hemberî Komploya Navneteweyî bû, mijara duyemîn jî li ser girîngiya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.

Forum dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Foruma yekemîn li Hesekê di 14’ê Sibata 2023’yan û ya duyemîn li Reqayê hatibûn lidarxistin.

(bb)

ANHA