Meşa Rêwiyên Azadiyê didome

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di 1’ê Sibatê de destpê kir, 12 roj in didome.

Meşa Rêwiyên Azadiyê didome
12 sibat, 2024   14:37
NAVENDA NÛÇYAN

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê li Êlihê bi pankarta “Roj bilind dibe, Kurdistan azad dibe” hate pêşwazîkirin. Baskê Wanê jî meşa xwe îro li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê domandin. 

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek li vir axivî û wiha got: “Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî birêz Rêber Abdullah Ocalan e. Ev meş ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.”

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi tevlibûna siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye desptêkirin û di roja 12’an de didome, nêzî fînalê dibe. Baskê meşê yê Qersê îro li Êlihê bû. Meşvan, li ketina bajar li devera Çiyayê Kirayê bi coş hatin pêşwazîkirin. Gel, meşvan bi çîçekan pêşwazî kir, meşale vêxistin û fîşekên hewayî teqandin.

Girseyê pankartên “Em ber bi azadiya ku roj lê ava nabe û çîçek lê na çilmisin ve dimeşin” û “Roj bilind dibe, Kurdistan azad dibe” vekirin. Her wiha di pêşwaziyê de dengê dahol, zirne û defê qet kêm nebû. Girseya ku stranên kurdî striya û govend li ber gerand, gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" berz kir. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 75 pivildankên spî hatin berdan û pêşwazîkirin bi dawî bû. Girse, piştre jî bi konveyekê derbasî navenda bajar bû.

Meşvanên ji siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk pêk tên û di baskê Wanê de cih digirin, meşa xwe îro li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê domandin.

Meşvanan, îro li herêma çoltar a di navbera navçeyên Dêrîk û Şemrexê de dimîne dest bi meşa xwe kirin. Meşvanên demekê govend gerandin pişt re derbasî navenda bajêr bûn.

Meşvan, li petroleke li bajêr bi dahol û zirnê hatin pêşwazîkirin. Balkêş bû ku di nava girseyê de hejmara jinan zêde bû. Gelek kes jî bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li pêşwazîbûnê bûn. Welatiyên qûrnefîl dan meşvanan, demekî dirêj govend gerandin. 

Meşvan, pişt re bi girseyê re heta qada bajêr meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Welatiyên li ser rêya meşê bi îşaretên serkeftinê û çepikan bûn şirîkê coşa meşvanan.

Rawestgeha meşvanan navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ye.