Foza Yûsif: Hêva û Dilawer pêşengên şoreşê bûn û ala wan dê bilind bimîne

Endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsifû bal kişand ser têkoşîn û fedekariya her du şehîdan Hêva û Dilawer El Erebo û tekez kir ku ew ên bi pêşengiya gelê têkoşer Komara Sûriyeya Demokratîk ava bikin.

Foza Yûsif: Hêva û Dilawer pêşengên şoreşê bûn û ala wan dê bilind bimîne
14 sibat, 2025   17:50
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên kantona Cizîrê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyên endama kordînasyona kongreya Star Hêva El Erebo  (Saliha Viyan) û endamê YPD`ê Dilawer El Erebo (Hogir Dirbêsiyê) li mezara şehîd Ristem Cûdî ya gundewarê Dirbêsiyê, oxir kirin.

Di merasîma oxirkirinê de endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif her du şehîdan bibîr û ji malbatên wan re sebir û sersaxî xwest.

"ŞEHÎD SALIHA KEÇA KURDISTANÊ Û MÎNAKA JINA AZAD BÛ"

 Foza Yûsif got: "Têkoşer Saliha ji destpêkê heta şehadeta xwe cihê xwe di nava şoreşgeran de girt û li çar parçeyên Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd têkoşiya û sînorên ku ji aliyê welatên dagirker ve hatibûn çêkirin nebûn asten gt ku têkoşîna xw eberdewam bike. "

Foza wiha dewam kir: "Roleke mezin têkoşer Saliha di di şoreşa jin, jiyan, azadî de hebû, ji ber vê yekê ew mînaka jina û azadî û şoreşê ye. Her wiha Neteweya Deemokratîk têkoşiya, karîbû hemû pêkhateyan di bin banê biratiya gelan de kom bike".

"ŞEHÎD DILAWER DI NAVA TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER DE PÊŞENG BÛ"

Endama Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif bal kişand ser fedekariya têkoşer Dilawer El Erebo û wiha got: "Rêheval Dilawer pêşengê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bû û ji bo gelê xwe û welatê xwe û ji bo parastina vê şoreşê xwe feda kir"

Foza Yûsif di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi amadebûna gelê me û malbata Erebo ya têkoşer, em soz dikin ku rêya ku hevrêyên me Saliha û Dilawar dane destpêkirin wê bibe rêya me û ti kes nikare rê li ber me bigire. "

"EM Ê BI VÎNA GELÊ XWE KOMARA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN"

Di dawiyê de endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Fewza Yûsif soz da û got, "Tu kes nikare ala şehîdan daxîne û heta ku têkoşerk di nav me de hebe ew al dê her bilind be, divê her kes zanibe ku em hemû têkoşer in, û mînaka herî baş jî berxwedana gelê me ya li bendava Tişrînê ye, em soz didin ku em ê Komara Sûryeya Demokratîk ava bikin".

(k)