TEV-DEM: Qadan bikin meydanên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû hêzên niştimanî û demokratîk, jinên azad, rêxistinên mirovî kir ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin, her wiha bang  li gelê Kurd kir ku qadan veguherînin meydanên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

TEV-DEM: Qadan bikin meydanên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
14 sibat, 2025   17:09
NAVNENA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî  Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji destpêka Komploya Navneteweyî ya li dijî  Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên hegemonîk ve ku dixwestin hêviyên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn vemirînin, lewma  Rêber Abdullah Ocalan sixtin nav çar dîwaran de, dewleta Tirk a faşîst hemû rê û rêbazên şerê psîkolojîkli dijî  Rêber Abdullah Ovalan pêk anî, lê rêbertî ew zindan kire cihê ramana azad û dadgehekirina hêzên hegemonîk û faşîst ên Tirk, her wia kire jêdera  nexşerêya ji bo çareserkirina krîzên herêmê û Rojhilata Navîn. "

Daxuyaniye TEV-DEM`ê wiha dewam kir" 26 salan ji ser berxwedana di zindanên faşîzma Tirk der bas bû, çareserî hêjî di destê rêberîtî de ye, tevî hemû hovîtî û işkenceyê, faşîzma Tirk nekarî rêbertî ji biryardawiya çareserî û aştiyê, têkbirina rejîma otorîter û avakirina civaka azad a demokratîk dûr bixe. Îro jî rêbertî bûye hêviya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û fikr û ramanên wî li cîhanê belav bûne û li zanîngehên navneteweyî tên xwendin. "

TEV-DEM`ê  komploya navneteweyî ya li dijî  Rêber Abdullah Ocalan û hêzên li pişt komployê şermezar kir û got: "Çawa ku em di salên borî de ji bo azadiya rêbertî bi rêxistinên xwe yên jin, ciwan û civakê re têkoşiyan, îro jî bi biryardarî em ê bi her awayî têkoşînê berdewam bikin; Ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêbertî û avakirina civaka azad a demokratîk. "

TEV-DEM`ê bang li hemû hêzên niştimanî û demokratîk, jinên azad, rêxistinên mirovî, kir ku daxwaza azadiya fîzîkî ya  Rêber Abdullah Ocalan bikin. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku qadan veguherînin meydanên daxwaza azadiya fîzîkî ya  Rêber Abdullah Ocalan.

(k)