Li ber Girtîgeha Bakirkoyê tecrîd hat şermezarkirin

Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li ber Girtîgeha Bakirkoyê tecrîd hat şermezarkirin
11 tebax 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya “Deng bide azadiyê” di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbûlê careke din hate lidar xistin.

Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiya li vir bûn.

Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr di çalakiyê de axivî û ev tişt gotin, “Li dijî tecrîdê weke her hefte, em li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan pêk tînin. Em ê îro jî li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê lidar bixin û heta binpêkirina maf bi dawî dibe ev çalakiya me dê berdewam bike.”

Piştre jî xizmên girtiyan çalakiya xwe ya rûniştinê lidar xistin û bê navber dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Zext wê bi paşve gav bi me nede avêtin”, “Bijî Berxwedana zindanan”, “Rûmeta mirovahî wê êşkenceyê têk bibe”, “Em ê bi berxwedanê biser bikevin”, “Jin jiyan azadî” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” berzkirin.