Ji bo zarokên şehîdan dewreyeke perwerdeyê
Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Çilaxa ji bo 45 zarokên şehîdan dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.
Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya Rêveberiya Dibistanan û Yekitiya Mamosteyan, dewreyeke perwerdeyê ji bo zarokên şehîdan vekir.
Dewreya perwerdeyê ku li Dibistana Şehîd Salih Mistefa ya bajarê Çilaxa hatiye vekirin dê mehekê dirêj dike û bi destpêkirina sala nû ya xwendinê biqede.
45 zarokên malbatên şehîdan ku temenên wan di navbera 5 heta 10 saliyê de ye, tev li dewreyê bûne. Di dewreyê de waneyên fêrkirina xwendin, nivîsandin, pêşxistina şiyanên zarokan di metamatîkê de, zimanê kurdî, erebî û inglîzî têne dayîn.
Dewre saet 08.30`an dest pê dike û saet 12. 00`an bi dawî dibe.
Endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Kerîme Mihemed der barê dewreyê de got: "Armanca me ji vekirina vê dewreyê ew e ku zarok di havînê de sûdê bigirin."
(şx)
ANHA