Fîras Qesas: Sûriye di xeta yekdestdariyê de ye

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Fîras Qesas diyar kir ku rewşa Sûriyeyê zû derbasî xeta tundî û yekdestdariyê bû, ev yekitiya welat û siberoja gelê wê dixe xetereyê.

Fîras Qesas: Sûriye di xeta yekdestdariyê de ye
15 tebax, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Guhertina demokratîk li Sûriyeyê bûye rojeva herî giring a welat, bi taybet tevgera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li dijî hemû hêzên siyasî û civakî. Ew bi zanebûn hemû aliyan red dikin, nerînên cuda yên li ser xeta demokratîk dûr dixin. Her wiha bi hemû hêza xwe hewl dide sîstema navendî û yekdestdariya rejîma Baasê zindî bihêlin. Ev jî hewldanên çareseriya siyasî têk dibe.

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Fîras Qesas li ser çend mehên piştî hilweşîna rejîma berê axivî û destnîşan kir ku bi hatina desthilata nû ya Sûriyeyê re ne tenê alî hatine paşguhkirin, tevgereke bizanebûn a rê li ber tundî û wêraniyê vedike, heye. Qesas, tevgera wan bi têkbirina hevbeşiya di welat a mirina baweriya di nava pêkhateyan de bi nav kir.

‘HIKUMETA VEGUHÊZ JI HEMÛ ALOZIYAN BERPIRSYAR E’

Derbarê astengkirina proseya siyasî ya li Sûriyeyê Qesas kirinên hikumeta veguhêz bibîr anî û got ew ji têkbirina hewldanên çareseriya siyasî ya di navbera aliyan de jî di nav de ji hemû girêkên di welat de çêdibin, berpirsyar in.

Qesas, da diyarkirin ku desthilata nû ya Sûriyeyê hîn wekî kesekî astengdar xuya dike, ji ber wê jî nikare siyasetê bi wateya wê ya nûjen, piratîze bike. Qesas, da zanîn ku hîn li gorî serdemên navîn tevdigerin bi riya toreyên tundiyê destdariya kes mezin dikin û wî wekî fermandar, parêzer û xilaskarê civakê nîşan didin. Mixabin piradîgma hîlebaziyê û hevgirtinên xapînok pêş dixin.

‘DESTHILATA NÛ JI HEVBEŞIYÊ DÛR E’

Qesas, bi bîr xist ku desthilata nû ya Sûriyeyê nizanine siyasetê bi wateya wê ya hevgirtin û hevbeşiyê ya xwe dispêre destûreke demokratîk, pêş bixe û wiha dirêj kir: “Wan li şûna sîstema navendî, lêvegereke xwe bispêre destûreke demokratîk parastina mafê mirovan tê de cih girtibe, nîne. Siyaseteke giştî mafê hemû civakê biparêze û di civaka navdewletî de were naskirin, nameşînin.”

Qesas, der barê avakirina hikumeteke nû, diyar kir ku pêwîste welat ber bi avakirina hikumeteke nû ya nûnertiya hemû pêkhateyan bike ve, biçe. Qesas, destnîşan kir ku aloziya Sûriyeyê di cewherê xwe de nehatiye nîqaşkirin û wiha dirêj kir: “Çareserî ne tenê di avakirina hikumeteke nû ya hemû pêkhate cihê xwe tê de digirin de ye. Lê belê li kêleka wê parastina saziyên dewletê dûrî parastina bîrdoziyekê û girêdana bi komên çekdar ên heyî, yan girêdayî komên çekdar ên leşkerî ya navê “Redi El Idwan” li xwe dikin. Raste wan Sûriye ji rejîma kujer a berê standiye.”

‘ARTÊŞ Û HÊZÊN EWLEKARIYÊ NÛNERTIYA DEWLETÊ Û CIVAKÊ NAKIN’

Fîras Qesas kirinên komên bi navê Artêşa Sûriyeyê û hêzên ewlekariyê tevdigerin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Artêş û hêzên ewlekariyê 2 saziyên nûnertiya hemû beşên civakê nakin. Girêdayî dewletê tevnagerin. Wekî berê arêtêşa rejîma Esed, artêş û hêzên ewlekariyê girêdayî kesayeta serokomar bûn. Di rewşa heyî de çi wateya avakirina dewletek nûnertiya hemû pêkhateyan dike. Heger jêdera hêzê û rewabûna desthiladariyê dixwazin li ser civakê feriz bikin.  Çawa pêk tê? Dewleteke destûra xwe ya nûjen hebe. Bi vê artêş û hêzên ewlekariyê yên heyî de. Bi rastî tu wateya vê hikumetê nîne. Tu qîmeta destûra wê jî tune ye.”

‘REWŞA WELAT PIR ALOZ E’

Qesas wiha dewam kir: “Rêbaza tekane ya xilasiyê Sûriyeya demokratîk e. Tê xwestin tevgera siyasî bi giştî ji nû ve were sereratkirin. Ji ber hemû nîşane diçin wê yekê ku zemîna desthildariya nû tu guhertinên demokratîk a li ser esasê hevgirtinû hevbeşiya hemû gelê Sûriyeyê qebûl nake. Tu nîşane nînin ku hikumeta heyî qebûl bike proseya siyasî û navenên wê li ser hêzên hundir parve bike. Da ber bi edaleta olî û siyasî ve biçe. Da rê jê re were vekirin guhertina siyasî di dema veguhêz li ser asta tevahî Sûriyeyê pêk were.”

Fîras Qesas di dawiya axaftina xwe de jî bi bîr xist ku Sûriye di dema hikumeta veguhêz de zû ket rêya zordariyê ya pirrengiyê qebûl nake û got: “Ev pratîka hikumeta veguhêz yekitiya welat dixe metirsiyê. Ji bo hemû beşên civakî di Sûriyeya nû de cih bigirin, pêwîstî bi sîsteke demokratîk heye. Di rewşa heyî de diyar e ev kirin pir zehmet e pêk were.”

(dc)

ANHA