Meclisa Zanîngehan îdiayên girtina Zanîngeha Firatê red kirin

Meclisa Zanîngehan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku îdiayên dibêjin ku Zanîngeha Firatê - Şaxê Hesekê hatiye girtin ne rast in û armanc jî têkbirina aramiyê û jiyana hevbeş e.

Meclisa Zanîngehan îdiayên girtina Zanîngeha Firatê red kirin
14 tebax, 2025   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Zanîngehan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de îdiayên dibêjin ku Rêveberiya Xweser dike Zanîngeha Firatê - Şaxê Hesekê bigire, hatin redkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanc ji van îdiayan têkbirina aramiyê û jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi xurtkirina pêvajoya perwerdehiyê û pêşxistina asta zanîngehan hat kirin, her wiha hat diyarkirin ku Zanîngeha Rojava dê di demeke nêz de beşên nû li bajarê Hesekê veke. Hat destnîşankirin ku xwendekarên Zanîngeha Firatê - Şaxê Hesekê dikarin dewama xwe bi awayekî asayî wekî berê bidomînin.

(mh/şx)

ANHA