3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin oxirkirin

Cenazeyên şehîd Kurdistan, Koçerîn Lavîn û Lewend Yildirim bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.

3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin oxirkirin
3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin oxirkirin
3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin oxirkirin
3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin oxirkirin
3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin oxirkirin
3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin oxirkirin
3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin oxirkirin
3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin oxirkirin
20 tîrmeh, 2026   22:38
QAMIŞLO

Şervana YPJ‘ê Kurdistan (Nesrîn Çîlo) 16‘ê Tîrmehê (2026) li Dêrikê şehîd bûbû, Koçerîn Lavînya (Nûrcan Başik) a ku 16‘ê Çileyê li Dêr Hafirê û şervanê QSD‘ê Xalid Cûdî (Lewend Yildirim) ê ku 9‘ê Tîrmehê li Qamişloyê şehîd bibû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin. Merasîma cenaze ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ve hat birêxistinkirin. Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê beşdarî merasîmê bûn. 

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên YPJ û QSD‘ê dest pê kir.

Piştre ji fermandarên YPJ‘ê Çîçek Botan axivî û got," Azadî bi dayîna berdêlan tê bidestxistin. Gelê bi salan bi siyasetên înkar û qirkirinê rû bi rû mabû, dê nehêle ev siyaset berdewam bikin."

Çîçek Botan di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê gelê xwe biparêzin û ji bo azadiya wê canê xwe feda bikin. Em rêya şehîdan bidomînin ta hemû planên li ser gelê me têk bibin."

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl jî anî ziman ku destkeftiyên hatine bidestxistin berhema xwîna şehîdan e û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Divê em mîrateya şehîdan biparêzin û rêça wan bidomînin ta armancên wan bighînin serî."

Di merasîmê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Yûsif Faris jî axivî. Faris şehîdên azadiyê bi bîr anîn û keda wan a têkbirina planên li ser gelê Kurd vegot. Her wiha destnîşan kir ku fedakariyên şehîdan bingeha berxwedan û parastina mafan e.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên spartin axê.

(bb)

ANHA