Şêra Osê: Dûrxistina jinan ji avakirina siberoja Sûriyeyê dê tundiya siyasî vegerîne

Endama Buroya Serokatiyê ya MSD’ê diyar kir ku hewldanên dûrxistina jinên sûriyeyî ji avakirina siberoja welêt tên kirin û got, dûrxistina wan dê bibe sedema ku Sûriyeyê vegera serdema tundiya siyasî û cudakariyê.

Şêra Osê: Dûrxistina jinan ji avakirina siberoja Sûriyeyê dê tundiya siyasî vegerîne
1 kanûn, 2025   04:05
REQA
DÎMA MIHEMED

Endama Buroya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya meclisê  Şêra Osê ji ajansa me re li ser tevlêbûna jinên sûriyeyî di avakirina siberoja siyasî de axivî.

Şêra Osê diyar kir ku jinên sûriyeyî tevî ku wan berdêlên mezin di şoreşê de dane jî, lê niha bi hewldanên dûrxistina ji pêvajoya avakirina siberojê re rû bi rû ne.

Şêra got anî ziman ku jinên sûriyeyî di salên desthilatdariya rejîma berê de êşa nebûna destûrek ku mafên wan diparêze kişandiye, ev jî delîlên herî mezin ên bindestiya jinan bûn. her wiha got, jinan di heman demê de êşa adet û kevneşopiyan kişandiye ku di gelek rewşan de bûn sedema kuştina wan.

Şêra Osê da zanîn ku tundiya siyasî xetereya herî mezin li ser jinan bû û diyar kir ku ev cure tunedî li ber azadiya derbirînê û beşdariya siyasî digirt û mafê wan ê namzetiyê û erkdarkirina di cihên biryardayînê de dihat astengkirin.

Şêra destnîşan kir ku damezrandina Yekitiya Jinên Sûriyeyî di dema rejîmê de ne hêzek rastîn a jinan bû, ji ber ku ew bi zihniyetek baviksalar dihat birêvebirin û beşdariya jinan tenê şeklî bû.

HÊVIYÊN JINAN

Şêra Osê diyar kir ku piştî hilweşîna rejîmê jinan dixwestin beşdarî avakirina siberoja Sûriyeyê bibin, lê gavên ku ji hêla hikûmeta veguhêz ve hatine avêtin ne li ser bingeha îradeya jinan bûn.

Şêra Osê bal kişand ser Kongreya bi navê 'Diyaloga Nîştimanî` ku ji aliyê hikumeta veguhêz ve hatibû lidarxistin û ev nirxandin kir " Jin bi hejmareke piçûk û bi awayekî sembolîk beşdar bûn. Danezana Destûrî jî hat ragihandin lê bi şêwazek baviksalar hat nivîsandin û mafên jinan nîşan nade. "

Şêra îşaret pê kir ku di avakirina hikumeta veguhêz de jinek tenê hebû û beşdariya jinan di hillbijatinên "Meclisa Gel" de ji sedî 4 derbas nekir.

ŞOREŞA JINAN MODELEK ALTERNATÎF E

Şêra Osê diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek altrnatîf ji bo rewş û rola jinan pêşkêş kir got: "Li herêmên Rêveberiya Xweser jin tev li nivîsandina peymana civakî bûn. Rêxistinên mafên jinan hene ku mafên jinan diparêzin. Her wiha hêzên parastina jinan ên taybet hene bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku bi hezaran jin li eniyên pêş bûn û ji bo parastina azadiyê şehîd bûn."

Şêra Osê anî ziman ku divê jin bibin hevparê nivîsandina destûrek nû ku mafên wan diparêze, divê herî kêm bi rêjeya sedî 50 cihê wan di avahî û saziyan de hebe û tev li şandeyên fermî yên siyasî û diyalogên neteweyî bibin.

Şêra Osê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku "şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan e. Divê hemû jinên sûriyeyî bibin yek da ku hemû cûreyên tundiyê bi dawî bikin û Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ava bikin ku wekhevî û edaletê ji bo hemû jinan pêk bînin. "

(k)

ANHA