Fikarên Îsraîlê û aloziya Sûdanê manşetên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî destnîşan kir ku Îsraîl hewl dide naskirina dewleta Filistînê, di civîna Civata Giştî ya NY’yê de asteng bike. Rojnameyan der barê aloziya Sûdanê de jî diyar kir ku lrîz ne tenê nakokiyek di navbera du general an du komên siyasî de ye, lê belê krîzek kûr a pergalê ye, lew ra pêdivî bi destwerdana navneteweyî heye.

Fikarên Îsraîlê û aloziya Sûdanê manşetên rojnameyên erebî ne
8 îlon, 2025   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de li ser tirsa Îsraîlê ya zêdebûyî ya dewletên ku dixwazin dewleta Filistînê nas bikin û rewşa tevlihev a Sûdanê  nivîsîn.

’LÎSTOKÊN ÎSRAÎLÊ SÛD IN’

Rojnameya El Xelîc diyar kir ku bi zêdebûna hejmara welatên ku dixwazin dewleta Filistînê nas bikin re, tirsa Îsraîlê jî zêde dibe. Hate gotin,  Tel Aviv hewl dide bi gefxwarina tedbîrên yekalî li ser axa Filistînê, bi taybetî li Şerîaya Rojava, vê tirsê derbas bike.

Rojnameyê destnîşan Îsraîlê  gefan li welatên ku dixwazin Filistînê nas bikin dixwe û destnîşan kir ku ev jî hewldaneke wê ya ji bo veşartina rewş wê ya tecrîda navneteweyî ye.

Rojnameyê îşaret pê kir ku ji ber polîtîkayên wê yên li Xezayê û Şerîaya Rojava, wekî dorpêçkirin, birçîkirina sîstematîk, tecrîda li ser Îsraîlê zêde bûye.

Rojnameyê destnîşan kir ku Îsraîl hewl dide naskirina çend welatên Ewropî bo Filistînê, di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya dê di vê mehê de li dar bikeve, asteng bike û wiha hat domandin " Fransa di Tîrmeha borî de niyeta xwe ya naskirina Filistînê ragihand, piştre welatên wekî Kanada, Avusturalya û Belçîkayê jî heman nêzîkatî ragihand."

’LI SÛDAN VEGUHERÎNÊN SIYASÎ YÊN HERÎ TEVLIHEV DIQEWIMIN’

Rojnameya El Quds El Erebî jî bal kişand ser bingeha krîza Sûdanê û ev nirxandin kir "Krîz ne tenê nakokiyek di navbera du general an du komên siyasî de ye, lê belê krîzek kûr a pergalê ye û girêdayî xwezaya dewleta Sûdanê, cihêrengiya etnîkî û çandî, her wiha belavkirina hêz û dewlemendiyê ye."

Rojnameyê wiha rave dike, "Ev rastiya tirsnak hewce dike ku hêzên civaka sivîl bêdeng nemînin, lê belê divê beşdarî vê cengê bibin da ku nêzîkatiyek cûda ji nêzîkatiyên kevneşopî derkeve holê. Nêzîkatiyek ku bingeha wê diyalogek neteweyî ya berfireh be û bibe egera avakirina pergalek nenavendî ya rastîn, çi federal be çi konfederal, ku xweseriyek berfireh dide herêman. "

(k)