Li Îzmîrê êrîşa çekdarî: 2 polîs mirin

Li Îzmîrê li dijî qereqolê êrişa çekdarî hate kirin û di êrişê de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Li Îzmîrê êrîşa çekdarî: 2 polîs mirin
8 îlon, 2025   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li dijî Navenda Polîsan a Salih Îşgoren a navçeya Balçova ya bajarê Îzmîrê êrişa çekdarî hate kirin. 

Di êrişê de Midûrê Emniyetê Muhsîn Aydemîr û polîsê bi navê Hasan Akin hatin kuştin. Polîsên bi navên Omer Amîlag û Mûrat Dagli jî birîndar bûn. 

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di bûyerê de kesê bi navê E.B. (16) hatiye binçavkirin.