Rûsyayê stasyona termîkê ya Keîvê bombebaran kir

Hêzên Rûsyayê mezintirîn stasyona termîkê ya li Keîvê bombebaran kir û di encamê de kehrebe qut bû.

Rûsyayê stasyona termîkê ya Keîvê bombebaran kir
8 îlon, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Energiyê ya Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê stasyona Tripolis Kaya ya termîkê, ku mezintirîn stasyona derxistina kehrebê li herêma Keîvê ye bombebaran kir û kehrebe qut bû.

Wezaretê li ser Telegramê diyar kir ku armanc ji êrişî "Êşên şêniyan zêde bibin, mal, nexweşxane û dibistan bêyî kehrebe yan jî germahî bên hiştin."

(fr)