Li Hesekê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê hat gotûbêjkirin

Beşdarên semînera ku ji hêla Partiya Pêşeroja Sûriyeyê ve li Hesekê hate lidarxistin, bal kişandin ser girîngiya pêşîgirtina zimanê nefretê û pêşxistina çanda jiyana hevbeş û aştiya civakî.

Li Hesekê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê awayên pêşîgirtina zimanê nefretê hat gotûbêjkirin
21 hezîran, 2026   15:03
HESEKÊ

Partiya Pêşeroja Sûriyeyê li bajarê Hesekê penelek der barê pêşîgirtina zimanê nefretê û pêşvebirina çanda jiyana hevbeş li dar xist. 

Semîner li Baxçeyê Xwendinê li taxa Til Hecer hate lidarxistin, kesayetên civakî, akademîsyen û nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) beşdar bûn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Têkiliyan a Partiya Pêşeroja Sûriyeyê  Salih El Zobaa axivî û diyar kir ku zimanê nefretê diyardeyek e ku li deverên cûda yên cîhanê bi astên cûda heye, li gorî asta hişmendiya di nav civakan de.

El Zobaa destnîşan kir ku di civaka Sûriyeyê de berê di navbera pêkhateyên cûda de têkiliyên xurt hebûn, lê zimanê nefretê bi demê re zêde bûye û bûye sedema derketina gelek krîz û pevçûnan.

El Zobaa her wiha hinek pêşniyar ji bo pêşîgirtina vê diyardeyê pêkêş kir, di nav de derxistina qanûnên ku zimanê nefretê sûcdar dikin, pêşxistina bernameyên perwerdeyê ji bo çandina nirxên jiyana hevbeş û lihevhatinê, zêdekirina rola medyayê di pêşvebirina çanda aştiyê de û avakirina komîteyên pispor ji bo şopandin û têkoşîna li dijî zimanê nefretê.

Di dawiya penelê de beşdaran bal kişandin ser rola girîng a partiyên siyasî, kesayetên civakî û eşîrên Ereb û Kurd ji bo pêşvebirina aştiya sivîl, têkoşîna li dijî zimanê nefretê û avakirina çanda diyalog û jiyana hevbeş de.

(k)