Dema hevdîtinên bi kesên neqeydkirî re hat eşkerekirin

Komîteyên şopandina dosyayên kesên neqeydkirî, dê di 28`ê Hezîranê de dest bi hevdîtina bi kes û malbatên Kurd ên ku ji bo hemwelatîbûna Sûriyeyê serlêdan kirine bikin.

21 hezîran, 2026   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyên şopandina dosyayên kesên neqeydkirî, dê di 28`ê Hezîranê de dest bi hevdîtina bi kes û malbatên Kurd ên ku ji bo hemwelatîbûna Sûriyeyê serlêdan kirine bikin.

Parêzgeha Hesekê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê lîsteya navên koma yekem a hevdîtinan, weşand.

Li gorî lîsteyên hatine weşandin, hevdîtin dê li çend navendên li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Dêrik û Çilaxa, werin lidarxistin û pêvajoya hevdîtinan di 28`ê Hezîranê de dest pê dike.

D 6`ê Nîsanê de serlêdanên qeydkirina kesên neqeydkirî dest pê kir û heta 6`ê Gulanê berdewam kir, paşê ji bo hefteyek din hat dirêjkirin.

Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî di 23`ê Gulanê de ragihand ku 2 hezar û 892 malbatan, (10 hezar û 516 kes) serlêdana qeydkirinê kirine.

(k)