Kongra Star zimanê nefretê yê li dijî Kurdan şermezar kir

Konferansa Star îro li Kobanê bi daxuyaniyekê hewldanên hin aliyan ên ji bo reşkirina jinên Kurd û gurkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de şermezar kirin û diyar kir ku ew her gotarek ku dê parçebûnê gur bike, red dike.

Kongra Star zimanê nefretê yê li dijî Kurdan şermezar kir
29 tîrmeh, 2026   13:30
KOBANÊ

Îro Kongra Star bi tevlêbûna jinên ji Kobanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li Qada Jina Azad hat dayîn û endama rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêranê Nadiya Hiso axivî.

Nadiya Hiso bi bîr xist ku kesê bi navê Ramî ku keziya jineke Kurd birîbû û li dijî vê bûyerê tevahî gelê Kurd ji bo hesabxwestinê rabû ser pêyan, dîsa derketiye holê û wiha domand: “Ev serçete, me dît ku ket pêşiya komeke Ereb û serkêşiya tundiya li hember gelê Kurd kir. Ev yek jî di bin sîwana hikumeta demkî de pêk hat ku qaşo em pêşerojeyyeke demokratîk li gel hev ava dikin û em di qonaxa entegrasyonê de ne. Lê em dibînin ku kesên li hember gelê Kurd û jinan komkujî pêk anîne û kiryarên bêexlaq kirine, careke din gefan dixwin û li hember wî, bêdengiyeke mezin heye.”

Nadiya Hiso ragihand ku jinên Kobanê dibêjin divê ev kes hesab bide û wiha pê de çû: “Em ê ranewestin heta ku hesab bide. Ev çeteyê ku nirxên mirovan, pîvanên exlaqî û nirxên jinan binpê kirin, wê hesab bide. Ev helwest û israra me jinan e. Eger heta niha hesab ji wî kesî nehat xwestin ku careke din gef xwarin, wê demê em jî dibêjin wê ev kes û yên wekî wî, hesabê xwe bidin.”

Daxuyanî bi berzkirina sloganên “Jin jiyan azadî” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.