Pompekirina avê ji Stasyona Elokê dîsa dest pê kir

Piştî ku çaksazkirina boriya sereke li herêma El Tuwaina qediya, pompekirina avê ji Stasyona Elokê ber bi Hesekê ve ji nû ve dest pê kir.

Pompekirina avê ji Stasyona Elokê dîsa dest pê kir
29 tîrmeh, 2026   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa Giştî ya Ava Vexwarinê ya Parêzgeha Hesekê îro ragihand ku piştî temamkirina çaksazkirina boriya sereke ya li herêma El Tuwaina, pompekirina avê ji nû ve dest pê kiriye.

Di rojên dawîn de, ji ber şikestina boriya sereke ya ava Stasyona Elokê, li bajarên Hesekê û Til Temirê û çend gundên derdorê, av qut bûbû.

(k)

ANHA