Ewn bang li DYA`yê kir ku Îsraîl ji başûrê Lubnanê vekişe

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn bang li DYA`yê ku fişarê li Îsraîlê bike ji bo ku bi temamî ji başûrê Lubnanê vekişe. Ewn destnîşan kir ku vekişîn dê rê li pêşiya artêşa Lubnanê veke ku heta sînorên navneteweyî li gorî biryara 1701 li welêt belav bibe.

Ewn bang li DYA`yê kir ku Îsraîl ji başûrê Lubnanê vekişe
6 îlon, 2025   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir ku fişarê li Îsraîlê bike ji bo ku bi temamî ji başûrê Lubnanê vekişe.

Ajansa nûçeyan a nîştimanî, ragihand ku Ewn diyar kiriye ku bi vekişînê re, artêşa Lubnanê dê bikare heta sînorên navneteweyî li gorî biryara 1701 a NY`yê, li her derê welêt belav bibe.  

Ajansê destnîşan kir ku Ewn, li Qesra Baabda bi fermandarê fermandariya navîn a artêşa Amerîkayê (CENTCOM) amîral Brad Cooper re û balyoza Amerîkayê ya li Lubnanê Lisa Johnson û serokê komîteya şopandina agirbestê general Michael Lenny, civiyaye û ew bang kiriye.

Li gorî ajansê, Ewn di civînê de teqezî bi pêwîstiya çalakkirina xebatên komîteya agirbestê kiriye, ji bo ku lihevkirina Mijdara borî pêk were û li gorî wê, êrişên Îsraîlê rawestin, Îsraîl ji gir û axa dagirkirî vekişe û dîlgirtiyên lubnanî vegerin.

Ewn destnîşan kir ku “artêşa Lubnanê heta niha ji sedî 85 ji herêma li başûrê çemê Lîtanî bi cih bûye”, hewldanên xwe ji bo kontrolkirina çek, desteserkirina çek û cebilxaneyê didomîne ruxmî ku şert û mercên erdnîgarî û lojistîk dijwar in û di encamê de ji dema ev xebat dest pê kiriye 12 leşker hatine kuştin.

(şx)