7`emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate pîrozkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada avahiya desteyan a Reqayê, 7`emîn salvegera damezirandina rêveberiyê pîroz kir.

6 îlon, 2025   22:49
REQA

Bi boneya 7`emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Reqayê şahiyek hate lidarxistin.

Nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD), deste û saziyên rêveberiyê tev li şahiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên El Osman axivî û got: “Ev bone, ji bo bîranîna têkoşîna hevbeş a gelên herêmê, dîrokî ye.”

El Osman wiha domand: “Rêveberiya me, di şert û mercên herî dijwar de ava bû. Teror hewl dida rûmet û azadiya mirov têk bibe. Lê şêniyên herêmê û pêkhateyên wê, bi giyanê hevgirtinê û îsrarê li hember terorê li ber xwe dan û ew berxwedan bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû. Wan bi pêşengiya jinan, xwest modeleke demokratîk a ku edaletê, wekheviyê û azadiyê misoger dike, ava bikin.”

El Osman ev li axaftina xwe zêde kir: “Rêveberiya me, ji bo sûriyeyiyan hêvî ye. Zêdetirî 5 milyon sûriyeyî li herêmên Rêveberiya Xweser in ku vîna xwe îsbat kirin û saziyên xwe tevî êriş û dorpêçê bi pêş xistin.”

El Osman, QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kirin û bi “benda asê li hember terorê û kilîta îstiqrara herêmê” wesifandin.

Dûre hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislet axivî û got: “Rêveberiya Xweser ne tenê projeyeke xwecih a teng e, lê belê veguherî saziyeke nîştimanî ku pirrengiya Sûriyeyê rave dike. Rêveberiya Xweser îsbat kir ku jiyana hevbeş, rêzgirtin, ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk ê ku bi edaleta civakî û azadiyê bawer dike, rêya yekane ye. Ev model, ji êş û zehmetiyên şer û paşguhkirinê ava bû. Ji cîhanê re mînakek pêşkêş kir ku sûriyeyî dikarin xwe bi xwe, kar û barên xwe bi rêve bibin, herêmên xwe ji tevliheviyê û parçebûnê biparêzin.”

El Mislet destnîşan kir ku ji bo MSD, Rêveberiya Xweser bingeha siberoja Sûriyeya nû ye û wiha axivî: “Divê hevbeşiya civakî bê xurtkirin, tecrubeyên di navbera saziyan de bên parvekirin. Li hember astengî û zehmetiyan bi hev re bisekinin. Lihevkirina 10`ê Adarê, bingeha yekitiya Sûriyeyê û avakirina welatekî komker a hemû sûriyeyiyan e.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Şêx Elî jî got: “Rêveberiya Xweser, berhema fedekariyên şehîdan e yên ku bi xwîna xwe rêya azadiyê xêz kir. Şehîdên me, pusuleya siberojê ne. Ew bingeha ev tecrubeya me ya demokratîk in. Em careke din piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin ji bo ku rêgezên xwe biparêze.”

Şahî bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû.

(şx)

ANHA