Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê soza şopandina riya şehîdan dan

Di merasîma oxirkirina şehîd Ciwan Efrîn û aşkerakirina nasnameya şehîd Gulnaz Karataş de, soza parastina destkeftiyên şehîdan û nirxên şehîdan hate dayîn.

6 îlon, 2025   21:16
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û koçberên Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Ciwan Efrîn (Cuma Gedro) oxir kir ku 3`yê Îlonê li bajarê Reqayê dema li ser erka xwe bû, şehîd bûbû. Di heman merasîmê de, nasnameya gerîlaya HPG`ê Gulnaz Karataş (Henîfe Xelîl) a ku 1`ê Cotmeha 2021`an li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, hate aşkerakirin. 

Şêniyan cenazeyê şehîd Ciwan Efrîn ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê wergirt û ber bi goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê dayîka şehîd Şiyar Muxtar Cahîde Îsmaîl axivî û got: “Dema em rêya şehîdan bişopînin û temam bikin, wê demê ew nemir dibin.”

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Mardînî jî got: “Her çiqas me fedekarî kiribe, em çiqas bikin lê em nikarin bigihêjin fedekariyên şehîdan ên ku di oxira nasnameyê û hebûnê de dane.”

Li ser navê malbata şehîd Hanan Gadro axivî û soz da ku têkoşînê li ser şopa şehîdan ji bo parastina destkeftiyên wan, bidomînin.

Dûre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Xedîce Gedro wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Ciwan Efrîn li goristanê hate veşartin.

(şx)

ANHA