Eşîrên Kurd û Ereban piştgirî da QSD’ê

Şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên li kantona Cizîrê tekez kir ku li hember êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bi hemû derfetên xwe dê piştgiriya QSD’ê bikin.

 Eşîrên Kurd û Ereban piştgirî da QSD’ê
 Eşîrên Kurd û Ereban piştgirî da QSD’ê
 Eşîrên Kurd û Ereban piştgirî da QSD’ê
 Eşîrên Kurd û Ereban piştgirî da QSD’ê
5 kanûn, 2024   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên li bajarên cuda yên kantona Cizîrê bi daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) anîn ziman.

TIL HEMÎS

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê serokê Kombûna Êla Tey a Ereb Newaf Ferhan Nayîf El Taî ve hate xwendin.

Daxuyaniyê diyar kir ku "berpirsyariya trajediyên ku gelê Sûriyeyê tûşî wan bûye, dikeve ser milê hikumeta Şamê ku tenê xwe sparte çareseriyên ewlekarî û leşkerî û hemû hewldanên çareseriyên aştiyane nepejirandin.”

Eşîran di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ji bo QSD’ê anî ziman.

ÇILAXA

Li bajarê Çilaxa, şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra Zibêdan û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Husam Mubarek, li pêşiya konê berhevkirina alîkariyên ji bo koçberan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Armancên van êrişan parçekirina Sûriyeyê û têkbirina projeya biratiya gelan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lewma divê hemû pêkhate hişyar bin û yekitiya xwe bi hêz bikin li hember van êrişan.”

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku "Eşîrên Ereb û Kurd ên li Çilaxayê yekgirtî ne ji bo piştgiriya QSD’ê û têkbirina êrişên dewleta Tirk.”

Eşîran bang li ciwan û jinan kir ku ji bo parastina axê û jiyaneke azad û birûmet, tev li hêzên parastinê bibin.

TIRBESPIYÊ Û DÊRIK

Her wiha şêx û rûspiyên eşîrên bajarên Tirbespiyê û Dêrikê yên kantona Cizîrê jî 2 daxuyanî dan, daxuyanî li bajarê Tirbespiyê ji aliyê Şêx Husên El Seed ve û li bajarê Dêrikê ji aliyê Şêx Hewas El Cidê ve hatin xwendin.

Di her du daxuyaniyan de hate destnîşankirin dewleta Tirk a dagirker dixwaze axa me dagir bike, lê em rê nadin vê yekê û em ê bi hevgirtina xwe û helwesta xwe ya li gel hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hemû planan dê pûç bikin.”

Di daxuyaniyê de êrişên dawî yên li ser Şehbayê hatin şermezarkirin û hate gotin: “Deriyên me ji bo xelkê me yê Efrîn û Şehbayê vekirî ne.”

Di her du daxuyaniyan de bang li her kesî hat kirin ku li kêleka şervan û hêzên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bin, ji ber ku ew in yên ku hebûn û nasnameya me diparêzin.”

(k)