Ji 34 partiyan banga xurtkirina eniya navxweyî

34 partî û tevgerên sûriyeyî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê banga xurtkirina eniya navxweyî li gelê herêmê kir.

 Ji 34 partiyan banga xurtkirina eniya navxweyî
5 kanûn, 2024   16:40
HESEKÊ

Nûnerên 34 partî û tevgerên sûriyeyî yên ji pêkhateyên herêmê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li bajarê Hesekê hatin gel hev. Piştî civînê partiyan daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Nûnera Partiya Nûjen û Demokatîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Pêkanînên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê û koçberkirina wan a bi armanca guhertina demografiya herêmê digihêje asta sûcên şer.”

Îşaret bi helwesta hikumeta Şamê jî hate kirin û hate diyarkirin ku eger hikumeta Şamê bersiva banga diyalogan a bi Rêveberiya Xweser û aliyên demokratîk a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên aştiyane daba, ev bûyer çênedibûn.

Partî û hêzên siyasî di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmê bi tundî şermezar kirin û diyar kir ew bi QSDˈê re amade ne herêmê biparêzin.

Her wiha piştgirî dan seferberiya giştî û ev bang li gel kirin: "Em bang li gelê xwe dikin ku hişyar be, ji her geşdanên muhtemel re amade bin. Tev li Hêzên Parastina Civakî bibin, hêzên me yên leşkerî bi enerjiya ciwanan û pisporiya leşkerî û meydanî pêş bixin, eniya hundirîn asê bikin û li hemberî şerê taybet bisekinin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate goitn: "Em ê li kêleka saziyên Rêveberiya Xweser û Maseya Krîzê erka xwe ya pêşwazîkirin û bicihkirina koçberan pêk bînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin: "Erkên xwe li hemerî sivîlên bi darê zorê hatine koçberkirin bi cih bînin. Her wiha em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˈê ya bi serokatiya Amerîka û Federasyona Rûsyayê dikin ku nehêlin komên terorîst û Tirkiye Sûriyeyê dagir û parçe bikin. Em teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê û çareseriya siyasî dikin."

Partî û tevgerên ku daxuyanî daye ev in:

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
Partiya Kesk a Demokratîk
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Partî Demuqartî Kurdistan-Sûriye

Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
Partiya Sûriyeya Pêşerojê
Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
Partiya Nûjen a Kurdistanê
Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê
El Heyet El Weteniya El Erebiya
Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê

Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê
Partiya Çeksaziyê-Sûriye
Partiya Asûrî ya Demokratîk
Partiya Roj a Biratî ya Kurdistanî
Tevgera Civaka Demokratîk
Kongra Star
Partiya Muhafazekaran
Partiya Têkoşîna Demokrat
Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
Heyet Tensîq El Weteniya-Tevgera Guhertin a Demokratîk
Partiya Yekitiya Suryan
Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye (El Partî)
Partiya Yekitiya Demokratîk li Sûriyeyê (Yekitî)
Şepêla Çep a Şoreşgerî li Sûriyeyê
Partiya Sûraya
Partiya El Weten a Sûriyeyê

(bb)

ANHA