'Ermeniyên li Rojava daxwaza destûrekî nû dikin'

Şêwermendê Meclisa Ermeniyan Îmad Tatriyan diyar kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê dixwazin destûrê Sûriyeyê bi îradeya wan were nivîsandin û Sûriyeyê bibe ya hemû Sûriyeyan.

'Ermeniyên li Rojava daxwaza destûrekî nû dikin'
4 adar, 2026   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM-ZEYNEB ŞÊXO

Şêwermendê Giştî yê Meclisa Civakî yê Ermeniyan Îmad Tatriyan anî ziman ku beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nivîsandina destûrek nû de girîng e û dê bibe bingehê yekitî û aramiya Sûriyeyê. 

`BI HEV RE DESTÛRÊ SÛRIYEYÊ BINÎVSÎNIN`

Îmad Tatriyan di destpêka axaftina xwe de mijara destûrê Sûriyeyê nirxand û wiha got: "Li Sûriyeyê pêdivî heye ku hemû pêkhate; Ermen, Suryan, Asûr, Kurd û Ereb destûrê Sûriyeyê ji nû ve binîvsînin û di destûrê de mafên hemû Sûriyeyan garantî bike. Sûriyeya nû divê ji Sûriyeya di çaxa partiya Baas de cûda be. Di demê rejîma Baas de polîtîka înkar û îmhayê li ser pêkhateyan kirin û hebûna wan paşguh kirin. Partiya Baas ji derveyî endamên xwe kesek qebûl nedikir. Divê Sûriyeya nû ya hemû pêkhate, ol û mezheban be. Li ser rêgeza hevdû qebûlkirinê û hevkariya neteweyî bi hev re bijîn."

XURTKIRINA YEKITIYA NETEWEYÎ

Tatriyan di nava gotinên xwe diyar kir ku eger hemû pêkhate di nivîsandina destûrê Sûriyeyê de cihê xwe bigrin wê rê li pêşiya fitnê û mezhebperestiyê were girtin.

Her wiha da zanîn ku wê di vê rewşê de dive were naskirin kî dixwazê Sûriyeyê parçe bike yan jî Sûriyeyê li ser bingehê mezhebperestiyê birêve bibe û wiha got:" Eger destûrê Sûriyeyê bi ruhê yekitiya neteweyî were nivîsandin, wê pevçûnên nijatperest û mezhebperest bi dawî bibin û wê Sûriyeyê bibe ya hemû Sûriyeyan. Eger destûra Sûriyeyê dûrî hebûna pêkhateyên Sûriyeyê were nivîsandin wê hevsengî tê de nebe, dê ji rewabûna civakî dûr be û ne zagonî be. Pêkhateyên olî û etnîkî ji destûrê dûr werin hiştin wê destûr di bin bandora mezhebperestiyê de be. Sûriye welatekî mozaîk e, gelek pêkhate, ol û çand lê hene. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa hemû pêkhateyan bi hev re Hevpeymana Civakî nivîsandin divê destûrê Sûriyeyê jî bi hev re binîvsînin. Di destûr de eger mafên hemû pêkhateyan werin dayîn, nûnerên wan di Meclisa Gel a Sûriyeyê û hemû saziyên dewletê de hebin, wê demê wê pêkhate û ol neyên paşguhkirin."

Şêwermendê Giştî yê Meclisa Civakî ya Ermeniyan Îmad Tatriyan di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Gelê Sûriyeyê bi rûxandina rejîma Baas kêxweş bû û hêvî dike ku di Sûriyeya nû de cihê xwe bigre û destûrê nû yê Sûriyeyê bi îradeya hemû Sûriyeyan were nivîsandin. Hişmendiya înkar û paşguhkirinê derbas bikin û dewletekî li ser bingehê edalet û hemwelatiya wekhev were avakirin."

ANHA