Cara yekem 8’ê Adarê pîroz dike

Jina nivîskar û derhêner a Elewî Înana Hezîm ku ji ber êrişan berê xwe daye Rojava, di Komîna Fîlm a Rojava de dest bi kar kiriye, ji bo 8’ê Adarê kurte filimek dike û dibêje: “Dema min dît jin bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz dikin, ez matmayî mam. Ez bi kelecan im û serbilindim ku li vir pîroz bikim”.

Cara yekem 8’ê Adarê pîroz dike
4 adar, 2026   06:40
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN – SÎMA BIROKÊ

Jina nivîskar û derhêr a ji pêkhateya Elewî Înana Hezîm ku li bajarê Himsê yê Sûriyeyê dijiya,ji bo bi ewle bijî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Di Komîna Fîlm a Rojava de dest bi xebatên sînemayê kir.

Înana da zanîn ku wê hertim di berhemên xwe de bal kişandiye ser mafên jinê û niha ji bo 8’ê Adarê kurte fîlim bi şêwazê sînemayî çêdike. Dixwaze di vê projeya xwe de 5 nimûneyên jinê bide nîşan. Her jinek nûnertiya beşek ê civakê dike. Înana dibêje, ji bo jin mafê xwe bidest bixin divê xwe zana bikin. Cara yekem e dê Înana beşdarî şahiyên 8’ê Adarê bibe. Înana wiha qala hestên xwe yên ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê dike: “Dema min dît jin bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz dikin, ez matmayî mam. Ez bi kelecan im û serbilindim ku li vir pîroz bikim”.

Înana li bajarê Himsê hatiye dinê, li Lunanê di beşê zanista derûnî de diktora xwendiye û li Şamê jî dîplomaya sînemayê girtiye. Rêwîtiya wê bi nivîsandina çîrokan dest pê kiriye, di salên 90’î de du pirtûkên li ser jiyana civakî nivîsiye. Piştî salên 2000’î dest bi xebatên sînemayê kiriye. Heta niha du kurtefilm çêkiriye. Niha hem karê derhêneriyê dike, hem jî senaryoyan dinivîse.

Piştî rejîma Baas’ê hilweşiya û hikumeta demkî ya Şamê hat ser desthilatê, komên çekdar ên girêdayî hikumetê û dewleta Tirk li bajarên Sûriyeyê (Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê parve kir ji Adara 2025’an ve di êrişên li ser gelê Elewî de 1.682 sivîl hatine qetilkirin) taybet jî Peravê dest bi êrişên li ser gelê Elewî kirin.

 Nivîskar û derhêner Înana Hezîm jî yek ji wan kesan bû hedefa zimanê nefretê û bi çavên xwe gelek kiryarên binpêkirinê yên li ser gelê Elewî dît. Li bajarê Himsê mala wê rastî talanê tê, ew jî diçe herêmek ewle û di Hezîrana 2025’an de berê xwe dide Rojava û li bajarê Qamişloyê bicih dibe. Înana dibêje, “Şansê me hebû ku em tenê rastî zimanê nefretê hatin, gelek malbat rastî tundiyê hatin. Zarokên wan ên keç hatin revandin û heta niha agahî jê tune ye. Heta vê rojê jî revandin û tundî berdewam dike.”

Înana Hezîm diyar kir ku berê pir tiştên kêm li ser gelê Kurd dizanî. Hinek hevalên wê yên Kobanî ku li derveyî welat dijiyan, jêre gotine biçe Rojava û li wir beşdarî xebatên sînemayê bibe. Armanca wê ya destpêkê ew bû ku bi ewle bijî, çanda gelê Kurd nas bike. Ev jî ji bo wê pir girîng e.

Înana li ser hatina Rojava û destpêkirina kar wiha got: “Dema ez hatim min serdana Komîna Fîlm a Rojava kir. Ez bi hezkirin pêşwazî kirim. Vir ji cihên din ên Sûriyeyê cudatir e. Min li vir ruhek hevpar dît. Li vir xebat û jiyan li ser esasê komînalbûnê ye. Li Şamê û cihên din têkiliyên me bi derdorê re nebû.”

 Dê berhema Înanayê li ser hesabên medya civakî yên Komîna Fîlm a Rojava bê weşandin.

ANHA