Ermenîstan û Azarbaycan dîlên şer bi hev guhertin

Ermenistan û Azerbaycanê peymana pevguhertina dîlgirtiyan temam kirin.

Ermenîstan û Azarbaycan dîlên şer bi hev guhertin
13 kanûn, 2023   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya têkildarî dîlgirtiyên şer a Azerbaycanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Azerbaycanê 32 leşkerên Ermen û Ermenistanê jî 2 leşkerên Azerbaycanê berdan.

Li gorî daxuyaniyê, pevguhertina dîlgirtiyan li herêma Qerebaxê ya li ser sînorê Azerbaycan-Ermenîstanê bi amadebûna komîteyeke Xaça Sor pêk hat.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal navên leşkerên Ermen ên hatin berdan parve kirin.

Hefteya borî, Baku û Êrîvanê bi daxuyaniyeke hevbeş soza pêkanîna aştiyê û destpêkirina pêvajoya pevguhertina girtiyan danbûn.

(bb)