ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2023
14 kanûn, 2023   02:00

Welatiyên kantona Cizîrê diyar kir ku piştî erdheja li Stenbolê fikarên wan ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Gabrîêl Şamûn gavên ku dê piştî erêkirina Hevpeymana Civakî werin avêtin aşkera kirin û got, dê hejmareke komîte û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan werin avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Qamişloyê li hemberî berdewama êrişên dagirkeriya Tirk, hevgirtina xwe bi gelê Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku hikumeta Şamê dorpêç kiriye, ragihand û destnîşan kir ku berxwedana gel tekane rêya pûçkirina siyasetên tunekirin û dorpêçkirinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Planên tarî yên nû li ser herêmên dagirkirî dewam dikin. Bi hezaran endamên Hemasê ji Xezayê tînin û li Efrîn û Babê bi cih dikin. (BI WÊNE).

Şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê destnîşan kir ku hedefgirtina fermandar û şervanên QSD`ê li Dêrazorê armanc jê ew e ku nakokî û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de belav bibe. Di heman demê de diyar kirin ku ew piştgiriya QSD`ê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Xweser 10 trafo li Reqayê danîn. Li gorî rayedaran dê sala bê li tevahiya bajêr trafo bên danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di dema dawîn de êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor li dijî keştiyên navneteweyî zêde bûn. DYA li hemberî van êrişan bêdeng e, gelo ev bêdengî çi îfade dike?

Şêniyên bajarê Qamişloyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Konê çalakiyê li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY′yê tê vedan, saet di 09.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xelkê Amûdê sersaxiyê ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Emar Hemo re dixwazin, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA