Rûspiyên Dêrazorê: Çi dibe bila bibe em ê li hember êrişan hevgirtî bin

Şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê destnîşan kir ku hedefgirtina fermandar û şervanên QSD`ê li Dêrazorê armanc jê ew e ku nakokî û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de belav bibe. Di heman demê de diyar kirin ku ew piştgiriya QSD`ê dikin.

Rûspiyên Dêrazorê: Çi dibe bila bibe em ê li hember êrişan hevgirtî bin
14 kanûn 2023   06:42
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Şaneyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê, her wiha şaneyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên din ên çeteyên DAIŞ'ê li gorî îtîrafên ku li ser malperên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dem bi dem hatine weşandin kesayetên siyasî, leşkerî û eşîreyan li Dêrazorê dikin hedef, armanca wan a sereke jî derxistine tevliheviyê û têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîran a El Bû Kemal Selah El Selman got: “Hedefgirtina kesayetên bi bandor ku roleke wan a mezin di rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ'ê de heye, çi sivîl yan jî leşkerî berdewam e.”

El Selman wiha domand: “Gelek welat û aliyên hundirîn li dijî projeya neteweya demokratîk şer dimeşînin û kesayetên girîng ên herêmê hedef digirin bi armanca têkbirina rewşa ewlehî, siyasî, aborî û civakî."

El Selman ev li gotinên xwe zêde kir: “Em bi ciwanên xwe re yên di QSD û Rêveberiya Xweser de ne. Destekê didin projeya Rêveberiya Xweser. Dê hemû hewldanên ku dixwazin vê projeyê têk bibin, pûç bikin.”

Her wiha El Selman diyar kir ku şervanên QSD`ê, kur û keçên xelkê herêmê ye û got ji bo parastina gel û xakê û parastina destkeftiyên şehîdan dê li rex wan bin.

El Selman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku QSD`ê dikare her êrişekê têk bibe û dê li hember her kesê ku hewl dide ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike, bisekine, mîna ku DAIŞ'ê têk biriye.

Rûspiyê eşîra El Şeîtat Ebdulrehman El Daxfîc got: “Hedefgirtina kesayetên giştî û eşîran, fermandarên QSD û hemû kesayetên çalak li herêmê delîlê lawazbûn û bêçaretiya kesên ku dijminahiya projeya me û projeya neteweya demokratîk dikin.”

El Daxfîc wiha domand: “Ev hedef ji valahiyekê derneketin, lê belê hewldanek ji bo rawestandina pêşketin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Her wiha El Daxfîc wiha pê de çû: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku QSD'ê DAIŞ ji holê rakir, herêmên ewle û aram bûne û ev ewlehî û aramî bû sedema aciziya aliyên ku dijminahiya projeya netewa demokratîk dikin.”

El Daxfîc îşaret pê kir ku xelkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû malbatek in û çi qas aliyên derve hewl bidin wan parçe bikin dê nikaribin û got: “Em ji hemû kesên ku hewl didin fitneyê bixin navbera Ereb û Kurdan de re dibêjin em vê qebûl nakin û hûnê negihêjin armanca xwe.”

El Daxfîc di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi hev re bimînin, çi dibe bila bibe xelkê herêmê dê li hember êrişan hevgirtî bin, dê li rex QSD`ê parastina axa xwe bikin.

(şx)

ANHA