Êrişên li ser Bendava Tişrînê û bandorên karasetî

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, bandorên wêranker li ser jiyana nêzî milyonek mirovan çêdike. Berpirsên bendavê bi fikar in ku bendav hilweşe û bibe sedema karesateke jîngehê û mirovî.

Êrişên li ser Bendava Tişrînê û bandorên karasetî
Êrişên li ser Bendava Tişrînê û bandorên karasetî
Êrişên li ser Bendava Tişrînê û bandorên karasetî
21 ÇILE, 2025   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Ji dema ketina rejîma Baasê ve (8 Kanûn 2024) dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê zêde kirine. Şervanên QSDˈê li hemberî êrişan berxwedanê dikin û gel jî bi armanca rawestandina êrişan û parastina bendavê nobetê digire. 

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A BENDAVA TIŞRÎNÊ

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 bendav li ser çemê Firatê hene. Bendava Rojava (Tişrîn) li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê ye. Bendava Firatê nêzî bajarê Tebqayê ye, her wiha Bendava Huriye jî nêzî bajarê Reqayê ye.

Bendava Tişrînê 115 kîlometreyan nêzî bajarê Helebê, 33 kîlometreyan li başûrê bajarê Minbicê ye û 70 kîlometreyan li başûrê rojavayê bajarê Kobanê ye. Bendav wekî çavkaniyeke sereke ya enerjiya av û ceyranê tê bikaranîn.

TAYBETMENDIYÊN BENDAVÊ Û TEKNOLOJIYÊN NÛJEN

Bendava Tişrîna ku di sala 1999ˈan de hatiye çêkirin, di warê enerjî û berhemanînê de duyemîn mezintirîn bendava li Sûriyeyê ye. Bendav bi alavên xwe yên elektronîk ên pêşketî û teknolojiyên nûjen hatiye avakirin.

Bendav ji 6 turbînên berhemanîna elektrîkê pêk tê. Giraniya her turbînekê hezar û 900 ton e û her yek ji wan dikare zêdetirî 100 megawat elektrîkê hilberîne. Kapasîteya gola ku li pişt bendavê jî bi qasî 1,9 milyar metrekab av e.

Çeteyên DAIŞˈê di 2014ˈan de bendav xistibû bin kontrola xwe, lê di 26ˈê Kanûna 2015ˈan de ji aliyê QSDˈê ve hat rizgarkirin û careke din ket xizmetê. Ji dema rizgarkirinê ve dewleta Tirk a dagirker hewl dide bendavê dagir bike û gelê herêmê şantaj bike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 8ˈê Kanûna 2024ˈan êrişên xwe li ser bendavê zêdetir kirine. Ev êriş metirsiyên hilweşandina bendavê zêdetir dike, nemaze ku bendav ji bo bi milyonên niştecihên li Heleb, Kobanê û Reqayê wekî reha jiyanê tê dîtin. Êrişên li ser bendavê gefeke rasterast li ji ewlehiya av û aboriyê çêdike û dê şêniyan li hemberî karaseteke mirovî û aborî rû bi rû bihêle.

Şervanên QSDˈê li hemberî êrişên domdar ên li ser bendava Tişrînê berxwedana parastinê dikin.

Ji rêveberên Bendava Tişrînê Îmad Ubeyd ji ber êrişên domdar ên li ser bendavê hişyarî da û diyar kir ku êriş xetereyeke mezin li ser bendavê û stasyonên wê yên avê û ceyranê çêdikin.

Ubeyd diyar kir ku ji ber êrişan dibe ku bendav bi temamî ji xizmetê derkeve û dibe ku hilweşe jî.

Li gorî Ubeyd, ji ber êrişan amûrên hilbirandinê û pompên ziwakirinê ji xizmetê derketin û zerar li qadên belavkirin û veguhestinê bûne. Ubeyd anî ziman ku bendav niha bi taximê xwe yê awarte tenê kar dike da ku karibe bendavê ji ketina binê avê biparêze.

Ubeyd hişyarî da ku hilweşîna bendavê wê bandore li ser bendavên Firat û Huriyê jî bike û zerarê bighîne Iraqê jî. Her wiha îşaret pê kir ku bi hilweşîna bendavê dibe ku pêla avê di saniyekê de bighêje 700 metreyî û bibe sedema wêranbûna gund û bajarên li rex çemê Firatê û kareseke jîngehî û civakî li qadeke berfireh çêke.

Piştî wêrankirina stasyonên enerjî û belavkirinê yên bendavê li Minbicê, Kobanê û Sirînê nêzî mîlyon kes ji ber kêmbûna av û ceyranê zehmetiyan dikişînin.

Jina bi navê Hawa Berad a ji bajarê Kobanê diyar kir ku piştî ceyran qut bûye, ew lembeyan bi kar tînin û got: "Wekî ku em niha di zemanên berê de li ber lembeyan djiîn. Erdogan av û ceyran li ser me qut kirine. Me tade li sînorî wî nekiriye, lê ew bi moşekan êrişî me dike. Erdogan ji me çi dixwaze. Me çi guneh kiriye ku av û ceyranê li ser me qut bike."

Hawa Berad diyar kir ku Bendava Tişrînên malê tevan e û wiha dom da axaftina xwe: "Em hewl didin bendavê ji xetereyan biparêzin. Dema DAIŞˈê bendav kontrol kirin dixwest biteqînin. Îro jî Erdogan hewl dide heman tiştî bike da ku her kesî bikuje."

Jina bi navê Beyaz Şêxo jî bertek nîşanî êrişên li ser Bendava Tişrînê da û got: "Em li welatê xwe ne. Dijmin çi ji me dixwazin? Em di tariyê de ne û zehmetiyên bidestxistina av û ceyranê dikişînin."

Rêvebera Mudîriyeta Avê ya Kantona Firatê Zozan Xelîl der barê hedefgirtina stasyonên avê hişyarî da û got: "Ji zêdetirî 40 rojî ve, bi taybtî piştî hedefkirina stasyonên avê yên derdora bendavê em di nava aloziyeke mezin de ne."

Zozan Xelîl anî ziman ku ji dema qutbûna ceyranê stasyonên avê bi rêya jenartoran tên xebitandin û diyar kir ku dewleta Tirk jeneratoran jî dike hedef.

Zozan Xelîl da zanîn ku gundên rojavayê bajarê Kobanê piştî rawestandina stasyonan, zehmetiyên mezin dikişînin. Zozanê hişyarî da ku armanckirina bendavê dibe ku rewşa herêmê aloztir bike û bibe mîna rewşa li Hesekê û Til Temirê ku ji ber qutkirina ava stasyona Elûkê ya li Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve zêdetirî milyonek mirov bê av in. Zozan bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin.

(bb)

ANHA