Xelkê Girkê Legê: QSDˋê nûnertiya hêz û vîna me dike

Xelkê bajarê Girkê Legê piştgiriya xwe ji berxwedana keç û xortên xwe yên di nava QSDˋê de nîşan da û li hember êrişan girîngî da yekitiya nîştimanî.

Xelkê Girkê Legê: QSDˋê nûnertiya hêz û vîna me dike
21 ÇILE, 2025   02:30
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li dijî Bendava Tişrînê dewam dike. Lê şervanên QSDˋê û YPJˋê û nobedarên li Bendava Tişrînê li djî van êrişan berxwedaneke lehengane raber dikin.

Xelkê bajarê Girkê Legê piştgiriyeke mezin da hêzên xwe û got ew şervan hêz û vîna wan temsîl dikin.

Welatiya bi navê Masûma Mihemed îşaret bi rola QSDˋê ya parastina tevahî pêkhateyan kir û got: "Ev hêz tevahî civaka Sûriyeyê digire nava xwe. Ji bilî piştgiriya YPJ û QSDˋê ewlehî û îstîqrarî pêk nayê."

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Canê Osman jî got: "QSDˋê nûnertiya hebûn û vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike."

Canê wiha domand: "Ev hêz, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berxwedaneke mezin û dîrokî li Bendava Tişrînê raber dikin."

Canê got: "QSDˋê hêviya me ye. Em ê her tim li kêlek hêzên xwe yên leşkerî bin."

Her wiha welatiyê bi navê Diyaa Mihemed jî piştgirî da şervanên QSDˋê û got: "Şervanên me bi lehengiyeke mezin li dijî dijmin li ber xwe didin."

Diyaa wiha got: "Em ê bi hev re û li kêlek wan bin û her tiştê li ser milê xwe em ê bikin."

(fr)

ANHA