Êrişên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê didomin: Kuştî hene

Artêşa Îsraîlê êrişên xwe li dijî baregehên Hizbullahê didomîne. Tê gotin ku di encama êrişan de kuştî û birîndar hene.

Êrişên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê didomin: Kuştî hene
4 gulan, 2026   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya artêşa Îsraîlê di daxuyaniya îro de ragihand ku wê li başûrê Lubnanê êriş li dijî hedefên Hizbullahê dan destpêkirin.

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) jî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê 3 êriş li devera Burc Qelawiyê pêk anîn û da zanîn ku li navçeya Bint Cibêl binesazî û taxên şêniyan hatin bombebarankirin.

Li gorî televîzyona El Jaded, di êrişa li ser bajarokê Şehûr ê navçeya Siwerê de 2 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê duh ragihandibû ku di êrişên 24 saetên dawîn de li başûrê welat bi kêmanî 20 kes hatin kuştin û 46 kes birîndar bûn.

(bb)