Bacên zêde li Sêmalkayê dibin sedema nerazîbûna bazirganan

Piştî ku sîstemeke nû ya gumrikê li deriyê sînor ê Sêmalkayê hat ferzkirin, bazirganan ji şert û mercên giran, qedexeyên li ser hin kel û pelan û zêdebûna bacan nerazîbûn nîşan da û xwest grevê pêk bînin. Li hember vê yekê, rêveberiya deriyê sînor civînek bi bazirganan re li dar xist da ku daxwazên wan gotûbêj bikin.

Bacên zêde li Sêmalkayê dibin sedema nerazîbûna bazirganan
4 gulan, 2026   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku di meha Nîsana borî de deriyê sînor bi sîstema deriyên sînor a Sûriyeyê ve hate entegrekirin, ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve li deriyê sînor ê Sêmalkayê sîstemeke nû ya gumrikê bi navê "Munsiq" hate bicihkirin.

Li gorî bazirgan û navbeynkarên gumrikê, ev sîstema nû bûye sedema zêdebûneke mezin a bacên gumrikê li ser kel û pelan, ji bilî şertên giran ên ku ji aliyê hikumeta demkî ve li vî deriyê sînor hatine ferzkirin.

Çavkaniyan ragihand ku hikumeta demkî, berevajî deriyên din ên Sûriyeyê, li deriyê sînor ê Sêmalkayê, şertên giran li ser bazirgan, navbeynkarên gumrikê û şîrketên veguhastinê ferz kirine ku ev yek polîtîkayeke sîstematîk a li dijî herêmê nîşan dide.

Li gorî xwediyê şîrketeke veguhastinê ku nexwest navê xwe aşkera bike, derbasbûna barên ji Ewropayê bi rêya vî deriyê sînor hatiye qedexekirin û got: "Gelek koçberên ji herêmê berê ji malbatên xwe re kel û pel dişandin, lê ev cure barkirin bi tevahî hatiye qedexekirin."

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku derbaskirina qumaşan bi rêya deriyê sînor ê Sêmalkayê bi tevahî hatiye qedexekirin. Wan diyar kir ku derbaskirina qumaşan li deriyên sînor ên din, wekî Cerablusê ne qedexe ye, lê li Sêmalkayê qedexe ye.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku her çend kel û pelên destûrdayî bi rêya deriyê sînor derbas bibin jî, ew hem li deriyê sînor bi xwe û hem jî li xalên kontrolê yên ku ji hêla hikumeta demkî ve têne birêvebirin, rastî astengiyan tên.

Çavkaniyekî got: "Bo nimûne, dema ku pêlav tên derbaskirin, şertên giran li ser bazirganan têne ferzkirin da ku destûrê bidin derbasbûna wan. Dema ku pêlav ji hêla bazirganan ve ji bajarekî din ê Sûriyeyê re werin veguhastin, bar li xalên kontrolê tê daxistin û şertên giran têne ferzkirin ku bazirgan êdî naxwazin van kel û pelan derbas bikin.”

Bazirgan û navbeynkarên gumrikê ev şert û mercên qedexeker şermezar kirin û daxwaza sivikkirina qedexeyan kir.

Bazirgan, navbeynkarên gumrikê û xwediyên şîrketên veguhastinê xwest li dijî van tedbîran grevê bikin. Der barê mijarê de wan bi rêveberiya deriyê sînor re civînek li dar xist û li gorî çavkaniyên ku bi ajansa me re axivîn, wan daxwaza sivikkirina qedexe û şertên hatine ferzkirin, kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku biryar niha di destê hikumeta demkî ye ka gelo ew ê van daxwazan li ber çavan bigire yan na û ew ê heta çi radeyê berjewendiyên gel li ber çavan bigire.

Rêveberiya Xweser berê polîtîkayên gumrikê yên nerm pejirandibûn ku bacên sivik didan ser  derbaskirina kel û pelan ku ev yek bû alîkar ku guherînên buhayan li gorî deverên din ên Sûriyeyê kêm bibin.

Çavdêr hişyariyê didin ku tedbîrên ku ji hêla hikumeta demkî ve têne girtin dê bibin sedema pêleke nû ya enflasyonê ku dabînkirina pêdiviyên bingehîn dijwartir bike û hêza kirînê ya xelkê herêmê bêtir qels bike.

(k)