Êrişên Îsraîlê didomin: 17 kuştî

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 17 kes hatin kuştin.

Êrişên Îsraîlê didomin: 17 kuştî
6 îlon, 2025   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê pişt birayra valakirina bajarêXezayê avahiyên pir qat bombebaran kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee bi rêya X’ê got  "Hemas avahiyek bin erdê li nêzîkî avahiyê danî. Ji wir planên terorîstî li dijî hêzên artêşa parastinê çêdikirin. "

Li gorî AFP’ê ku agahî ji şahidan wergirtiye, avahiya hatiye hedefkirin, burca Sûsî ye û diyar kir ku artêşa Îsraîlê beriya bombebarankirinê banga valakirinê burcê kiribû.

Balafirên Îsraîlê duh jî burca Muştehî ya bilind a li rojavayê bajarê Xezayê ku ji sedan avahiyan pêk tê, bombebaran kiribû.

Hate ragihandin ku di êrişên ji berbanga vê sibehê yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 17 kes hatine kuştin.

Medyaya Filistîn dane zanîn ku ji kuştiyan, 3 kes li nêzî navenda Tîna ya belavkirina alîkariyan a li başûrê rojavayê bajarê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê bûn. Her wiha destnîşan kirin ku di bombebarana balafirên artêşa Îsraîlê a li dijî xaniyekî de zarokek keçîn   di nav de 5 kes li derdora sûka kampa Şatai ya rojavayê bajarê Xezayê hatin kuştin.

(bb)