Li Idlibê kesekî tevî 4 ferdên malbata xwe, xwe jî kuşt

Li gundekî Idlibê kesekî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe kuştin piştre jî jî kuşt.

Li Idlibê kesekî tevî 4 ferdên malbata xwe, xwe jî kuşt
6 îlon, 2025   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, li gundê Betiya yê girêdayê bajar Silêqîn ê gundewarê bakurê rojavayê Idlibê duh êvarî kesekî hevjîna xwe û 3 zarokan xwe kuştin, piştre xwe jî kuşt. SOHR’ê diyar kir ku zarokekî wê dema bûyerê de reviya. 

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku tîmên amblus û saziyên ewlehiyê berê xwe dan cihê bûyerê.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka îsal (2025) ve li herêmên cuda yên Sûriyeyê 267 sûc hatine kirin, di encamê de 22 zarok, 54 mêr û 230 mêr hatine kuştin.

(bb)