Êrişên Hûsiyan ên li dijî hikumetê dewam dikin

Êrişên Hûsiyan ên li dijî baregehên hikumetê dewam dikin. Li gorî agahiyan di encama êrişa li parêzgeha Mearebê de kuştî çêbûn.

Êrişên Hûsiyan ên li dijî hikumetê dewam dikin
8 tebax, 2026   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku Hûsiyan careke din bi dron û mûşekan êriş birin ser bajarê Mearebê. Li gorî hin çavkaniyan, di êrişan de 8 jê leşkerên hêzên hikumetê, 10 kes hatine kuştin.

Wezîrê tenduristiyê yê Yemenê Qasim Bihêbih da zanîn ku tax û kampên koçberan hatin hedefkirin. Li gorî daneyên destpêkê, 2 sivîl hatien kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên leşkerî jî diyar kir ku di encama êrişa bi balafirên bêmirov a li ser herêma Hirêb a li başûrê Mearebê de 3 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hûsiyan ev 2 roj e êrişên xwe li ser hêzên hikumetê li Meareb û Hedremûtê zêde kirine. Di encama êrişan de 58 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.

(sb)