Koçberên ji Serêkaniyê daxwaza tazmînatan dikin

Koçberên ji Serêkaniyê çalakiyek li pêşiya avahiya parêzgehê ya li Hesekê li dar xist û ji bo sererastkirina malên xwe yên wêrankirî û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê daxwaza tazmînatan kir.

8 tebax, 2026   13:04
HESEKÊ

Bi dehan koçberên ji Serêkaniyê çalakiyek li pêşiya avahiya parêzgehê ya li bajarê Hesekê li dar xist. Koçberan ji bo sererastkirina malên xwe yên wêrankirî û dabînkirina pêdiviyên sereke yên jiyanê, daxwaza tazmînatan kir.

Di çalakiyê de pankartên “Em tevahî mafên xwe û tazmînatên adilane dixwazin”, “Wêrankirina malên me bi sozan venagere wekî berê, edalet ji dayîna tazmînatan ji bo zirardîtiyan dest pê dike” û “Tazmînat ne daxwaz e, lê mafek e” hatin vekirin. Her wiha bi dirûşman bang li aliyên têkildar û rêxistinên navneteweyî kirin ku ji bo dabînkirina hêmanên jiyaneke birûmet piştî salên koçberî û mercên jiyanî yên zehmet, destwerdanê bikin.

Li gorî daxuyaniya berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl ku 5‘ê Tebaxê dabû, koma yekem a koçberên Serêkaniyê dê 10‘ê Tebaxê vegere warê xwe.

(sb)

ANHA