Senatoya DYA‘yê pêşnûmeya pêkanînên li ser Rûsyayê pejirand

Senatoya DYA‘yê pêşnûmeya pêkanîna berfireh li ser rayedar, şîrket û saziyên rûsî yên girêdayî sektorên parastin û enerjiyê pejirand.

Senatoya DYA‘yê pêşnûmeya pêkanînên li ser Rûsyayê pejirand
8 tebax, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatoya Amerîkayê, Pêşnûmeya Lindsey Graham a sepandina cezayan li ser Rûsya û Îranê ya 2026‘an, pejirand.

Li gorî pêşnûmeyê, ceza li ser li ser rayedar, şîrket û saziyên rûsî yên girêdayî sektorên parastin û enerjiyê, her wiha "filoya siyê" ya veguhastina petrola Rûsyayê tên birîn.

Pêşnûme raye dide serokê Amerîkayê ku baceya ji sedî sed li ser îtxalata 5 welatên mezin ên  herî zêde enerjiyê ji Rûsyayê dibin, wekî Çîn û Hindistan ferz bike.

Pejirandina pêşnûmeyê li Senatoyê gaveke yekem e. Divê ji aliyê Meclisa Nûneran ve jî were pejirandin, piştre jî ji bo îmzekirinê ji serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re were şandin.

(bb)