Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Almanya û Swîsreyê hatin protestokirin

Li bajarên Almanyayê û Swîsreyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Almanya û Swîsreyê hatin protestokirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Almanya û Swîsreyê hatin protestokirin
29 kanûn, 2023   22:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Heîlbronn û Bîelefeld yên Almanyayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan hatin protestokirin.

HEÎLBRONN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Heîlbronnê bi çalakiyekê hatin protestokirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Girseya gel bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava“, “Bijî Serok Apo“ û “Qatîl Erdogan“ berz kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser êrişên dewleta Tirk a dagirker. Di çalakiyan de banga geşkirina têkoşînê hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

BIELEFELD

Li bajarê Bielefeldê jî Kurdistanî û dostên wan derketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hatin protestokirin.

Girseya gel li ber rawestgeha trenê ya navendî civiyan, alên Rêber Abdullah Ocalan, YPG û YPJ’ê hildan. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bijî berxwedana Rojava“ û “Qatîl Erdogan“ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

SWÎSRE

Girseya gel li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-Ge) li Qada Mont-Blancê kom bû, pankart û dowîzên ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk teşhîr dikirin, hilgirtin. Beriya meşê ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya çalakiyê Mustafa Altunbaş axivî û diyar kir ku dewleta Tirk nêzî 10 roj in li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê sivîl û qadên jiyanê bombebaran dike. Altunbaş di berdewama axaftina xwe de sivîlên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Hedefgirtina qadên jiyanê yên gel bi taybetî dibistan, tesîsên xwarinê û navendên tenduristiyê nîşan da ku parçeyek ji plana qirkirinê ye."

Altunbaş anî ziman ku heta êriş bên rawestandin weke gelê Kurd ew ê li qadan bin û li hemberî van êrişên ku bi zelalî qirkirinê dikin hedef banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî û bi taybet gelê Kurdistanê kir.

Piştî axaftinê girse bi berzkirina dirûşman ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Piştî ku girse gihîşt Qada Grottesê, li ser navê Meclîsa Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Ramazan Baytar daxuyaniya bi zimanê Fransî xwend.

Piştî daxuyaniyê Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.