Li Lubnanê qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Parîsê hatin bibîranîn

Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz a li Lubnanê têkildarî komkujiyên Roboskî û Parîsê panelek li dar xist.

Li Lubnanê qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Parîsê hatin bibîranîn
Li Lubnanê qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Parîsê hatin bibîranîn
Li Lubnanê qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Parîsê hatin bibîranîn
Li Lubnanê qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Parîsê hatin bibîranîn
29 kanûn, 2023   23:53
BEYRÛT

Kurdistaniyên li Lubnanê tev li panelê bûn. Di panelê de cîgira serokê Weqfa Çandî û Civakî ya Newrozê, Henan Osman axivî û got: "Dîroka gelê Kurd bi komkujiyan tije ye ku dewleta Tirk li dijî kurdan pêk anîne. Ji bilî berxwedanê tur ê li pêşiya gelê kurd nema da ku siyaseta qirkirinê têk bibe."

Her wiha Ehmed Serhed jî axivî û behsa dîroka komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd pêk bîne kir û diyar kir ku ev komkujî heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.

(şx)