Êrişên dewlet Tirk li Atînayê hatin şermezarkirin

Kurd û dostên wan li Atînayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Êrişên dewlet Tirk li Atînayê hatin şermezarkirin
6 ÇILE, 2024   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurd û dostên wan bi pêşengiya RiseUp4Rojava (Înîsiyatîfa ji bo Rojava ser piyan) li paytexta Yewnanistan Atînayê hatin ba hev û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Çalakî li qada Monastîrakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên YPG û PKK’ê hatin hildan. Ciwanan bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê dan.

Di çalakiyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” jî hate berzkirin û belavokên têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk hatin belavkirin.