Xeta ceyranê dide Til Temirê hat sererastkirin

Ekîbên sererastkirinê xeta ceyranê ya li Temirê ku duh ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji xizmetê  derketibû, sererast kir.

Xeta ceyranê dide Til Temirê hat sererastkirin
Xeta ceyranê dide Til Temirê hat sererastkirin
Xeta ceyranê dide Til Temirê hat sererastkirin
Xeta ceyranê dide Til Temirê hat sererastkirin
Xeta ceyranê dide Til Temirê hat sererastkirin
Xeta ceyranê dide Til Temirê hat sererastkirin
Xeta ceyranê dide Til Temirê hat sererastkirin
Xeta ceyranê dide Til Temirê hat sererastkirin
6 ÇILE, 2024   14:17
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh sibehê gundên Um El Kêf û Tewîla yên navçeya Til Temirê topbaran kirin û xeta ceyranê dide stasyona ceyranê ya navçeyê kir hedef. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket. Ekîbên ceyranê duh ji ber êrişan nekarî xetê sererast bikin.

Hevserokê Navenda Ceyranê ya Til Temirê Fehed Simêla ji ajansa me re diyar kir ku ekîbên navenda ceyranê bi koordîneya Nivîsgeha Veguhastin û Enerjiyê ya Kantona Cizîrê vê sibehê berê xwe da cihê bûyerê da ku dest bi sererastkirinê bikin.

Fehed Simêla da zanîn ku ji Cotmeha 2019’an ve anku dema dagirkirina Serêkaniyê ve, stasyona ceyranê ya Til Temirê zêdetirî 30 caran ji xizmetê derket.

Li gorî Navenda Ceyranê ya Til Temirê dê di çend saetên bê de ceyranê bidin navçeyê.

(bb)

ANHA