Şehîd Elî Doko û Dilşad Qamişlo hatin oxirkirin

Li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan şehîd Elî Doko û Dilşad Qamişlo bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

6 ÇILE, 2024   15:19
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî Doko û şervanê Komandosê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Dilşad Qamişlo (Emar El Seyîdo) li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê oxir kirin.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Elî Doko di 4`ê Çileyê de di encamê qezayeke trafîkê de li ser rêya navçeya Til Hemîsê şehîd bûbû û Dilşad Qamişlo jî di 2`ê Çileyê de li Dêrazorê şehîd bûbû.

Li pakrewangehê hevserokê Meclisa Malbata Şehîdan a bajarê Qamişloyê Mehsûm Hesen axivî û wiha behsa şehîd Elî Doko kir: “Her dem serdana Meclisa Malbatên Şehîdan dikir û digot heke malbatên şehîdan baş bin, em baş in. Em ji malbatên şehîdan moralê digirin. Hemû erkên xwe pêk dianîn, xwedî rihekî welatparêz û ciwan bû.”

Mehsûm Hesen got: “Şehîd Emar ciwanekî Ereb e, gelek salan bûbû şervanê welatê xwe. Helwesta gelê me li qadan diyar dibe, ew ê heta dawiyê jî li ser xeta şehîdên xwe bin.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Elî Resûl jî axivî û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Bi navê îslamê êrişî mal, milk û mizgeftên me dike. Dewleta Tirk jî niha bûye sedema reşkirina îslamê.”

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Çiya Amed axivî û diyar kir ku ew tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin, ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve gelan biryara pêkanîna projeya biratiya gelan da û wiha pê de çû: “Me bi vî fikrî karîbû li hember hemû êrişan rawestin.”

Xwişka şehîd Elî Doko Nisrîn Doko jî got: “Birayê min li ser fikra Tevgera Azadiyê di nava malbatê de mezin bû, erka welatparêziyê da ser milê xwe.”

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan, her wiha yê welatiyê bi navê Faris El Faris ku di 25`ê Kanûnê (2023) di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, radestî malbatên wan kirin.

Şehîd Elî Doko û Dilşad Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.

(sb)

ANHA